Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê dest pê kir

  • 16:12 15 Kanûn 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 9'emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê dest pê kir. Mîhrîcan dê heta 28’ê Kanûnê dewam bike.
 
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) îro dest bi rêzeçalakiyên 9'emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê 2023'yan a bi dirûşma “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin” kir. Mîhrîcan li navenda HRRK`ê ya li Qamişloyê tê lidarxistin û îro bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên sazî û dezgehên rewşenbîrî, nivîskar, helbestvanên li herêmê bi rê ve çû.
 
Di bernameya mîhrîcanê de çalakiyên cur bi cur, çîrok, helbest, pêşangeha şêwekariyê, semîner, muzik, sînema, şano bi tevlêbûna 165 kesan pêk tê. Mîhrîcan dê heta 28’ê Kanûnê dewam bike.
 
Hevseroka Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Firyal Îbrahîm têkildarî mîhrîcanê diyar kir ku ew bi hêvî ne ku mîhrîcan di asteke baş de bi rê ve biçe û wiha got: “Wek Desteya Çandê ji bo pêkanîna daxwazên rewşenbîr û nivîsakarên li herêmê em amade ne.”
 
Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê Enahîta Sîno jî bal kişand ser dirûşma mîhrîcanê û wiha got: “Divê em layiqî vê dirûşmê bin, em bi saya şehîdên xwe di vê pêvajoya hestiyar de ne. Ji bo vê yekê pêdiviya me bi parêzvanên çand û hunera kurdî heye, ev erk jî ya rewşenbîr û nivîskaran.”
 
Piştre cîgirê Serokatiya Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî Ebdulsemed Mehmûd jî axivî û got roleke mîhrîcanê ya girîng di nava civakê de heye, civandina rewşenbîran derfeteke çandina çanda jevhezkirinê ye.
 
Endamê Komîteya Serokatiyê ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Qadir Egîd jî bal kişand ser nehazirbûna helbestvan û endamê HRRK`ê Ehmed Huseynî ku niha li derveyî welat ji ber nexweşiya penceşêrê tedawî dibe. Qadir Egîd da zanîn ku mîhrîcan careke din tevgera hunerê geş dike û HRRK hewl dike nivîskaran li hev bicivîne.
 
Li ser navê Komîteya Amadekar a mîhrîcanê endamê HRRK`ê Kemal Necim axivî û bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku HRRK ji bo xwedîderketina li rêgezên kurdîniyê wekî erk dest bi lidarxistina mîhrîcanê kiriye û wiha pê de çû: “Di 2014`an de derveyî welat mîhrîcan hatiye lidarxistin, ji bilî 2020`an ji 2017`an ve li Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin.”
 
Kemal Necim da zanîn ku di dawiya 9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê de dê navê xelatgirên xelata afirîneriyê ya salane ya HRRK`ê jî bê eşkerekirin.
 
Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD`ê Sîhanok Dîbo jî axivî û diyar kir ku HRRK`ê cihekî xwe yê giranbuha heye ku bi erka xwe ya parastina Gelê Kurd radibe.
 
Sîhanok Dîbo bal kişand ser derketina Hevpeymana Civakî jî û got: “Zêdetirî 10 salan e li Rojava gav tên avêtin, bi saya şehîdên me bingehek hat danîn.”
 
Akademîsyen Ferîd Sedûn jî axivî û destnîşan kir ku tevî hemû zextên li dijî gelê Kurd û mayîna wan di bin destê desthilatdarên netewperest de, wan li ber xwe daye û wiha pê de çû: “Niha deriyê hêviyê hatiye vekirin, Rojava derfetek e ji bo Kurdan.” 
 
Piştre ji aliyê hunermend Elî El Kurdî, Şadî Tildarî, Dilgeş Tildarî û Ferhad Beghenadî ve stran hatin gotin. Îro danê êvarê jî çalakiyên wekî semîner, sînema û xwendina helbestan hene.
 
Sala derbasbûyî 8’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê bi dirûşma “Em li vir in, ta dilopa dawîn a ximavê, ta dilopa dawîn a xwînê” hatibû lidarxistin.