‘Jinên kurd ji bo jinên cîhanê bû hêvî’

  • 09:04 9 Kanûn 2023
  • Çand û Huner
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Aktîvîsta Kurd Berîvan Matyar a li ser zimanê kurdî xebatan dimeşîne, diyar kir ku jinên kurd di serî de li Ewropayê ji bo hemû jinên cîhanê dibe hêvî û têkoşîna wan her diçe mezin dibe.
 
Aktîvîsta kurd Berîvan Matyar ya li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê lisansa bilind li ser Kurdolojiyê dike, di çarçoveya  bernameya Erasmusê de çû Zanîngeha Jagîellon ya girêdayê Polonyayê û perwerda xwe berdewam kir. Berîvanê diyar kir ku  gelê Polonyayê û ciwanên wan li dijî Kurdan û jinên kurd gelek eleqederin û mereq dikin. Berîvanê xebatên xwe yên li ser zimanê kurdî nirxand.
 
Berîvanê destnîşan kir ku demek dirêje li ser çand û folklora kurdî dixebite û ji 2016’an de ye li gund û navçeyên Amedê, li bajarên nêzî Amedê xebatên folklorê aniye gel hev û got: “Bi taybet em bi jinan re li ser kilaman xebîtin. Min stranên jinên di dawetan de digotin anî gel hev. Ez wek karekî profesyonel dikim. Niha li ser pirtûkê dixebitim. Ev pirtûk ji stranên min anîne gel hev pêk tê. Ev encama xebata min ya çend salan e. Ez niha dipêm ku ev bê çapkirin. Heman demê de em kovara folklorê jî çap dikin. Em di vê kovarê de 6-7 kes in. Em sê mehan carê kovarê çap dikin. Kovar li ser folklora kurdiye. Ji zaravayên kurmancî, zazakî, soranî û bahdinî ji ser folkrola kurdî nivîs tên. Bi taybet ciwan kom dikin û dişînin. Ez li zanîngeha Jagîellon demekê wek aktîvîsta ziman xebitîm û min ders dida. Di çend projeyên biçûk de li ser folklora kurdî xebitîm.”
 
‘Ji bo kurdan eleqe mezine’
 
Berîvanê diyar kir ku ji 2019’an de diçe Polonyayê û wiha anî ziman: “Min li zanîngeha Jagîellon ya 700 sal dîroka wê heye beşa ‘Zimanê Rojhilat û Kurdî’ xwend. Li wir mamoste Yuanna hebû. Ji 2008’a de ye li ser kurdî dixebite. Di 2019’an de bi erasmusê çûm Jagîellon. Li wir kurd kêm in. Nikarin zêde bên gel hev. Ji ber welatekî sar e û zêde mirov dernakevin derve. Lê tevî vê gel û ciwanên Polonyayê li hember Kurdan û zimanê wan gelek eleqederin. Kurdan baş nas dikin. Ciwan dixwazin kurdî fêr bibin. Kurd li wir gelek navdar in. Berxwedana Rojava û têkoşîna jinên kurd nas dikin.”
 
‘Dixwazin kurdî fêr bibin’
 
Berîvanê, destnîşan kir ku li zanîngehê hinek aktîvîstan dixwest li ser kurdî bixebitin wiha dirêjî daye: “Dixwestin kurdî fêr bibin. Ez ji ber vê kêfxweş bûm. Ji bo naskirina civakê divê ewil zimanê wan bê fêrkirin. Ew jî ji ber vê dixwazin kurdî fêr bibin. Pêşangehek hebû. Min ciwan nas kirin. em di panelekê de hatin gel hev. Pir tişt mereq dikirin. Bi taybet ciwanên kurd mereq dikin. Têkoşîna jinên kurd bala wan dikişand. Xebatek me heye, heta sersalê wê bidome.  Ev xebat pêşangehek taybete.”
 
‘Ji têkoşîna jinên kurd bi hêvî ne’
 
Berîvanê, da zanîn ku piştî Şoreşa Rojava kurd cîhanê zêdetir hatin nasîn wiha dawî lê anî: “Ez di 2019’an de çûm Stockholmê. Ez bi pasaporta Tirkiyeyê çûm. Em li balafirgehê dan sekinandin. Me got em kurd in rê vekirin û bûn alîkar. Min li wir jinên Şîliyê nas kirin. Gotin paradîgma jinên kurd dişopînin.  Felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ li hemû cîhanê belav bû. Min ev pir baş dît. Jinên cîhanê ji têkoşîna jinên kurd bi hêvî ne.”