Kovara Mevzû çîrokên penaberan vedibêje

  • 09:03 28 Mijdar 2023
  • Çand û Huner
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Nivîskara Kovara Mevzu Esma Yildiz, diyar kir ku di kovarê de çîrokên jinên penaber hene û got: "Bi kovarê em hewl didin ku pirsgirêkên jinên penaber di rojevê de bihêlin û hemû çîrokan bighînin hevdû. Em hewl didin ku piştevaniya di navbera jinan de mezin bikin." 
 
Jinên ku ji welatê Nîjerya, Uganda, Gana, Sîerra Leone ji ber pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî berê xwe dane Tirkiyeyê li gelek taxên Stenbolê di nava şert û mêrcên herî xirab de hewl didin ku bijin. Ev jinên ku penaber bûne bi cudakarî, şîdet û destdirêjiyê û her wiha bi pirsgirêkên aborî, çandî, civakî, siyasî û hiqûqê re jî rûbirû dimînin. Jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi xebatên xwe hewl didin ku piştevaniya jinên penaber bikin. 
 
Li Stenbolê jin û jinên ciwan li hev civiyan û bi navê "Mevzu" kovarek amadekirin û bal kişandin ser pirsgirêkên jinên penaber. Mevzu di 9'ê Hezîranê de hejmara xwe ya yekem weşand. Ji nivîskara Kovara Mevzu Esma Yildiz ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî. 
 
Di Mevzuyê de çîrokên jinên penaber
 
Esma, destnîşan kir ku Mevzu bi formata kovar û rojnamê tê amadekirin û wiha axivî: "Hewl dide ku mijarên rojevî ragihîne. Bi pênûsa jinan hewl dide ku bibe dengê jinan. Mevzu hewl dide ku mijarên ku nayên destgirtin ragihîne. Jin ji bo debara xwe bikin hewl didin hem li derve bixebitin hem jî li malê bixebitin. Gelek çîrok hene ku heta niha nehatine vegotin. Jin wan çîrokên xwe ji Mevzu re dinîvsînin." 
 
'Hewl didin pirsgirêkan di rojevê de bihêlin'
 
Esma, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pirsgirêkên jinên penaber: "Jinên penaber bi gelek zehmetiyan re rûbirû dimînin û tê xwestin ev jin tenê bimînin û bên çewisandin. Em hewl didin ku li cem wan jinan bin û wan tenê nehêlin. Em dixwazin tiştên ku jinên penaber dijîn bila derkevin rûyê erdê. Kovara me hewl dide ku piştevaniya jin û zarokên penaber bike. Em hewl didin ku pirsgirêkên wan di rojevê de bihêlin û bibin dengê wan."
 
Esma, daxuyand ku bi taybetî dema jin û zarokên penaber dişînin Navendên Paşveşandinê li vir bêtir qadên jiyanê tên tengkirin û got: "Ev pergal rê li ber mafê jiyanê ya jin û zarokan digire. Li wan navendan di nava şert û mercên herî xirab de dijîn. Li vir destdirêjiyê li jinan dikin û lêdixin. Jiyaneke asayî li vir nîne."
 
'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Esma, diyar kir ku di kovarê de jin bi xwe çîrokên xwe digirin dest û dinîvsînin û wiha bi lêv kir: "Penaberên jin çîroka xwe ya destpêka rêwitiyê tînin ziman, piştre jî serpêhatiyên xwe yên li Tirkiyeyê dibêjin. Ji bo domandina têkoşînê û ji bo piştevaniyê em ê rêwitiya xwe bidomînin. Niha ez jî wan jinan hêz digirim û ev tişt jî dibe sedema mezinkirina piştevanî û têkoşînê." 
 
Esma Yildiz, diyar kir ku jin û ciwan tu carî bi tenê nînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çîrokên jin, ciwan, pîr û kalan di Kovara Mevzu de digihin hevdû. Em ê têkoşîna xwe bikin yek û bidomînin."