Dengbêjên jin li Îzmîrê derketin ser dikê

  • 21:00 26 Mijdar 2023
  • Çand û Huner
ÎZMÎR-Dengbêj Xalîde ku di bernameya Jîn Art Hunerê de derket ser dîkê, diyar ku wê li dijî tunekirina jinan dest ji têkoşînê bernedin.
 
Jîn Art Huner bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî wê di 26’ê Mijdarê de li Îzmîrê li Dêra Azîz Vukolos konsera dengbêjin jin pêk anî.Dengbêj Xalîde, Mewlude, Îpek, Evîn Sindî û Eylul Nazlier derketin ser dîkê. Welatiyan eleqeyek mezin nîşan dan û gelek kesî  ji ber cih tunebû li ser lingan temaşe kirin.
 
Di axaftina vekirinê de peywirdara organîzaysona Jîn Art Mehtap Şahîn axivî û da zanîn ku tevî şertên hewayê salon hatiye tijekirin û kêfxweşiya xwe anî ziman. Piştre dengbêj Xalîde  axivî û da zanîn ku ew tunekirina jinan qebûl nakin û wê hem bi fikr û hem jî têkoşînê li dijî vê êrîşê bin. Xalîdeyê ji bo hemû kesên hatine jî spasiyên xwe kir.