Encamên Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol diyar bûn

  • 14:02 26 Mijdar 2023
  • Çand û Huner
AMED - Şaxên Egîtîm Sen’ê ya Amedê encamên 14’emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol eşkere kirin. 
 
Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) yên Amedê 14’emîn Pêşbirka Resman a Ceylan Onkol ku di 20’ê Mijdarê Hefteya Mafên Zarokan de lidarxistibû eşkere kir. Encamên pêşbirkê li Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Sen a Amedê bi daxuyaniyekê hatin ragihandin. Daxuyanî ji hêla Sekretera Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Sen a Amedê Ozgur Gunger Pekgul ve hate xwendin. 
 
Ozgurê, bi bîr xist ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di 20’ê mijdara 1989’an de Peymana Têkildarî Mafên Zarokan qebûl kiriye û da zanîn ku di ser peymanê re 34 sal derbas bûne lê hêj jî mafên zarokan tên binpêkirin. Bi domdarî Ozgurê diyar kir ku Peymana Mafên Zarokan ji hêla Tirkiye û welatên Rojhilata Navîn ve hatiye îmzekirin lê li van welatan ji bo xalên 17,29 û 30’emîn îhtîraz nîşan dane. Ozgurê, wiha pê de çû: “Nirxên civakî cara ewil li Rojhilata Navîn pêş ketin lê ji ber pevçûnên ji bo îktîdarê, erdnîgariya herî zêde mafên zarokan lê tên binpêkirin e. Di roja me de şerekî cîhanî yê hêj nav lê nehatiye kirin heye û herî zêde jin û zarok tên qetilkirin.” 
 
Ceylanê yek ji zarokên ku mafên wan hatine binpêkirin e
 
Di berdewamê de Ozgurê destnîşan kir ku di van şer û pevçûnan de mafê jiyanê yê bi dehhezaran zarokan hatiye binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her ku şerê li herêmê zêde dibe, sûcên li dijî zarokan zêdetir dibin û bi taybetî jî mafê wan ê jiyanê bêhtir tê binpêkirin. Êdî em demekî wisa dijîn ku kuştina zarokan bûye tiştekî jirêzê. Weke Şaxên Egîtîm Sen ên Amedê, ji ber 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê me Pêşbirka Resman a Ceylan Onkol li dar xist. Ceylan Onkol jî yek ji wan zarokan bû ku mafê wê yê jiyanê hatibû binpêkirin. Mîna Enes, mîna Abdullah, Ugur, Umut, Berkîn, Cemîle, Berat û hêj gelek zarokên din...” 
 
'Em şeremezar dikin'
 
Ozgurê, bi bîr xist ku Ceylan Onkol di 28’ê îlona 2009’an de dema pez diçêrand, di encama guleya hewanê de hate qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Lê ne faîlên wê û ne jî topa gule jê hatiye avêtin hatin dîtin. Dozgerê ku ji bo lêkolînkirina bûyerê hatibû peywirdarkirin, neçû cihê bûyerê. Ne derheqê dozger de ne jî derheqê Qereqola Tapan Tepeyê de tu lêpirsîn nehatin vekirin. Em van sepanên li dijî zarokan qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Banga me ji bo îktîdara AKP’ê ew e ku tavilê dev ji van polîtîkayên li dijî mirovahiyê û cihê rûreşiyê ne berde.” 
 
Navê kesên bi ser ketin aşere bû
 
Ozgurê, eşkere kir ku di pêşbirka îsal de di nava dibistanên seretayî de Lîza Ay, Ciwan Çîftçî û Havîn Çîçek û di nava dibistanên navîn de jî Hafsa Huzmeye Ozcan, Lara Îbrahîm û Elîf Demîr ketine dereceyê.