Li Îzmîrê wê Dengbêjin Jin derkevin ser dikê

  • 09:02 25 Mijdar 2023
  • Çand û Huner
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Jinart Huner di çarçoveya 26’ê Mijdarê de wê dengbêjin jin derxin ser dikê. Konsera wê di 26’ê Mijdarê de pêk bê 5 dengbêjin jin wê derkevin ser dikê.
 
Jînart Huner bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî wê di 26’ê Mijdarê de li Îzmîrê konsera ku 5 dengbêjin jin wê derkevin ser dikê pêk bîne. Konsera ku wê Denbêj Xalîde, Dengbêj Mevlude, Denbêj Îpek, Evîn Sindî û Eylul Nazlier wê klamên xwe bêjin, li Dêra Azîz Vukolos saet di 19.00’an de wê pêkbê. Dengbêj Eylul Nazlier da zanîn ku dengbêjên jin ji bo xwe bidin qebûlkirin bedelên mezin dane û têkoşîna hunerê ya jinên Kurd didome. Eylulê bang li hemû hezkiriyên hunerê kir ku tevli konserê bibin.
 
‘Dengbêjên jin dibin dengê jinan’
 
Eylulê destnîşan kir ku dengbêjî bi salan e wek çanda mêr tê zanîn û wiha dirêjî dayê: “Lê ne wisa ye. Mînak mijar evîn be tenê mêr van hestan radigihîne. Dema mijar şer be dîsa ji çavên mêr tên ragihandin. Lê hest û nêrînên jinan jî hene. Dixwazin ragihînin. Jinên dengbêj jî hest, pirsgirêk û jiyana jinê bi riya dengbêjiyê vedibêje.”
 
‘Jinên dengbêj bedel dan’
 
Eylulê destnîşan kir ku jinên dengbêj ji bo di civakê de bên qebûlkirin êşên mezin kişandine û bedelên mezin dane û wiha domand: “Îro em çiqas bi hêsanî klamên xwe dibêjin. Lê hîna li hinek deveran nehatine qebûlkirin. Em dikarin vê bişkînin. Jinên dengbêj divê hebin.”
 
‘Em têkoşîna hunera jinê didin’
 
Eylulê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ragihandina li ser civaka Kurd bi dengbêjiyê hatiye avakirin. Tiştên hatine xwestin bên vegotin ji ser dengbêjan hatine ragihandin. Bêguman di vê ragihandinê de dengbêjên jin bi awayekî xurt cih girtine. Em îro wek dengbêjên jin têkoşîna hunerê ya jinên dengbêjên dîrokê didomînin. Jin di civakê de her tim serî hildidin. Em dixwazin vê serhildanê bidin sekinandin. Em berxwedêrên hunerê ne.”
 
‘Wê klam bidomin’ 
 
Eylulê wiha dawî lê anî: “Li Îzmîrê Kurd zêde ne û tevî dizanin ku Kurd in jî ji ber ku ji Kurdistanê dûr in ji çanda xwe jî dûr dimînin. Xwe nagihînin çanda xwe. Ji bo em vê têkiliyê ava bikin em konserên xwe didomînin. Em dixwazin ku welatî ji çanda xwe dûr nekevin. Armanca bernameya me jî pêkanîna hevgirtinê ye.”
 
Eylulê ji bo konsera 26’ê Mijarê banga tevlibûnê li hemû hezkiriyên hunerê kir.