Luzia Michael-L'Amico: Çima Kurdî ji bo dewleta Tirk pirsgirêk e?

  • 09:04 22 Mijdar 2023
  • Çand û Huner
 
AMED - Ji xwendekarên ku li MED-DER'ê hînî kurdî bûne Luzia Michael-L'Amico ku Îtalî ye lê li Swîsreyê dijî, diyar kir ku li herêma ew lê dijî 4 zimanên fermî hene û got, "Çima kurdî ji bo dewleta Tirk pirsgirêk e?”
 
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) ji roja damezrandina xwe heta niha xebatên xwe yên di warê qursên zimanê kurdî de didomîne. Jina Îtalî Luzia Michael-L'Amico û Gulistan Nazlıer jî di nav perwerdekarên MED-DER'ê de hînî Kurdî dibin. Luziya û Gulîstanê derbarê rewşa kurdî û kursên kurdî de nirxandin kirin..
 
'Çima Kurd ji bo dewleta Tirk pirsgirêk e?'
 
Luzia ku li kantona Swîsreyê ya herî zêde îtalî lê tê axaftin dijî, bi salan e ji bo penaberên li kampan dijîn bi dildarî ??dixebite û bi taybetî jî penaberên kurd bala wê kişandine. Luzia ku nêzîkatiya penaberên ji Rojhilata Navîn û Kurdistanê dibîne, xwe berpirsyar dibîne ku alîkariya penaberan bike. Luzia da zanîn ku hevalên wê yên kurd li kampê pê re hevdîtin pêk anîne nêzîkatiyên deweta Tirk ên li hemberî kurdî jê re vegotine. Luzîa di destpêkê de wiha axivî: “Ji min re gotin em nikarin zimanê xwe yê dayîkê biaxivin, dibistanên me tune ne û min dît hevalin kurdî nizanin hene, piştre min xwest ez zimanê kurdî fêr bibim ku kurdên bi kurdî nizanin jî ji min bi bandor bibin û fêr bibin. Ez naxwazim zimanê kurdî bimire. Zimanê kurdî pir xweş, şirîn û dewlemend e. Ez Îtalî me û li Swisreyê dijîm. Li wê derê 4 zimanê fermî hene. Ez fam nakim ku fêm bikim ku dewleta Tirk çima ji kurdî aciz e û pirsgirêka wê bi kurdî re çi ye? Gava ku kurd zimanê xwe biaxivin, ne tiştek xirab e. Çend sal berê min di nûçeyan de dîtibû ciwanek ji ber ku li balkonê kilamên kurdî guhdar dike ji aliyê dewleta tirk ve hatibû kuştin. Ev ji bo min rewşeke nexweş û ne normal e.”
 
‘Mîhrîcanên Wezaretê dijminê çand û zimanê kurdî ne’
 
Luzîayê di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşa li ser hunera kurdî û mîhrîcanên kirkirina çand û zimanê kurdî û daxuyand ku divê mirovên sucdar û xirab bên girtin, ne yên ku bi zimanê xwe hunerê dikin. Luzîayê da nîşandan ku gelek hunermend, sitranbêj ji neçarî koçî Ewropayê dikin. Luzîayê wiha dom kir: “Hunermend koç dikin ji ber ku dizanin li Tirkiyeyê bimînin dê bên girtin. Herwiha Li Kurdistanê mîhrîcan tên kirin. Ev mîhrîcanên  ku ji aliyê Wezareta Çandê ve tên kirin. Ji ber ku ev mîhrîcan dijminên çanda kurd in. Dewleta faşîst a tirk hunermendên kurd di girtigehê de digre û di nav van mîhrîcanan de hunermendên kurd cih nagrin. Ev tişt ne ji bo pêşxistina çanda gelê Kurd e. Divê gelê Kurd dûrî van mîhrîcanan biçe. Ji ber ku ev mîhrîcanên dijminatiyê ne, ne ji bo pêşxistina çanda Kurd in.”
 
‘Li gel nexweşiya xwe ji bo kurdî têdikoşe’
 
Luzîa axaftina bal kişand ser girîngiya çand û ziman a ji bo welatekî û wiha pê de çû: “Bê ziman û çand welatek tune ye. Gelek girînge ku gelê Kurd zimanê xwe fêr bibe û zarokên xwe hînî zimanê xwe bike. Niha gelek rê û rêbazên fêrbûna zimanê kurdî hene. Em dikarin li ser online jî fêr bibin û di Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê(MED-DER) de jî dersên onlîne hene û yên rû bi rû jî bê pere ne. Bi rastî mirov bixwaze gelek rê hene. Ez dixwazim kurmancî bêtir hîn bibim lê belê ji bo min zehmet e. Ji ber ku min deh sal berê qezaya trafîkê derbas kir û min ji serê xwe derb xwariye. Konsantrasyona min tune ye û ez her tiştî ji bîr dikim. Ji ber vê yekê nikarim bixebitim jî. Dema ku min dest bi fêrbûna zimanê kurdî kir, ez fikirîm ku ezê nikaribim ji ber tendirûstiya xwe fêr bibim. Piştre min dest pê kir û min asta yekemîn deh caran dubarê kir. Ji ber ku çawa fêr dibûm, min ji bîr dikir. Lê belê min pir xwest ez zimanê kurdî fêr bibim. Ez fikirîm û min got pirsgirêk tune ye. Min got ez asta yekemîn bi deh an jî bîst caran jî dubarê bikim ez ê rojekê bi kurdî biaxivim.”
 
Luzîa di dawiya axaftina xwe de binê xwedî derketina li zimanê kurdî xez kir û destnîşan kir ku bila di her qadên jiyanê de kurdî bê axaftin. Lûzîayê gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “ Pêwîste ku kurd di malên xwe de tenê bi kurdî biaxivin. Ji bo ku zimanê kurdî di pêşerojê de tune nebe.”
 
‘Dixwazin zimanê me tune bikin’
 
Gulistan Nazlier jî di Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê(MED-DER) de perwerdeya zaravayê kurdî ya kirmanckî dibîne. Gulistanê di axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze zimanê kurdî biqedîne û bi kurdan bide jibîrkirin. Gulistanê wiha bilêvkir: “Ez hatim vir ku zimanê xwe bêtir hîn bibim, pê binivisînim û bixwînim. Hûn dizanin ku zimanê Kurdî bi salane hatiye qedexekirin, di bin êrîşan de maye û hîna jî wisa ye. Herwiha bi taybetî jî zaravayê Kurdî kirmançkî bi xeteriya tunebûnê re rûbirû ye.”
 
‘Zimanê me hertiştê me ye’
 
Gulistanê di  dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xeteriya windabûna zaravayê kirmanckî û da nîşandan ku heger xwedîderketin çê nebe kirmanckî dê winda bibe. Gulistanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Ez ji vir dixwazim bêjim bila hemû dayik û bavên ku bi kirmançkî zanin bi zarokên xwe re bi kirmanckî biaxivin, kesên ku kirmancin bila bi kirmanckî biaxivin, hindik maye ku zimanê me winda bibe, ji ber vê yekê divê hemû kurd li  zimanê xwe û bi taybetî jî li zaravayê Kurdî kirmançkî xwedî derkevin û biaxivin ku zimanê me winda nebe, zimanê me her tiştê me ye, bila vê yekê bizanibin û li gorî vê tevbigerin.”