'Ji bo pêşeroja şanoya kurdî divê em bi kurdî biaxivin'

  • 09:03 19 Mijdar 2023
  • Çand û Huner
 
AMED - Lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê û xwendekara Zanîngeha Dicleyê Bedriye Akici balkişand ser êrîşên li ser çand û hunera kurdî û got, "Ji bo pêşerojeke baş a şanoya kurdî divê em bêhtir bi kurdî biaxivin."  
 
Zext û qedexeya li ser zimanê kurdî bandora xwe li hemû qadên xebata bi kurdî dikin. Ji van qadan ya herî girîng jî qada şanoyê ye. Şanogerên kurd li vê qadê bi gelek zahmetî zext û zoriyan re rûbirû diînin. Ji van şanogerên ku bi zextan re rûbirû dimînin yek jê jî  lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê û xwendekara Zanîngeha Dicleyê Bedriye Akici ye.
 
Lîstikvan Bedriye derbarê kar û xebatên şanoya kurdî de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Kurdî rastiya dayîka min ê’
 
Bedriyeyê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wê di destpêkê di listikên şanoyê yên bi tîrkî de cih girtiye û berî bi 2 salan wê dest bi şanoya kurdî kiri ye. Bedriyeyê anî ziman ku ew ketiya fikra ku bi kurdî rola xwe bilîze baştir e û ev tişt anî ziman: “ Min dixwest ez bi kurdî ddi lîstikên şanoyê de rola xwe bilîzim. Ji ber ku kurdayetî rastiya diya min, bavê min û zarokatiya min bû. Kurdî zimanê mine û divê em zêdetir zimanê xwe biaxivin. Ji ber ku dixwazim yên piştî me bila bi zimanê xwe di lîstikan de cih bigirin û şanoya kurdî nas bikin. Ji ber vê yekê şanoya kurdî ji bo min gelek girîng e.”
‘Rola jinê girîng e’
 
Bedriyeyê di berdewamiya axaftina xwe de binê rola jinê ya di şanoyê de xêz kir û da nîşandan ku dema jin derdikeve ser dîkê roleke girîng digire û wiha berdewam kir: “Em li paşeroja şanoyê dinêrin, dibînin ku jin navê wan di berheman de derbas dibe lê nadin lîstin. Rola jinê bi jinan nadin lîstin, bi mêran didin lîstin. Heta serdema navîn jî bi vî regî bûye û tenê di berhemên şanoyê de navê hatiye nivîsandin. Piştî wê demê jin derdikevin serd dîkê û roleke girîng dikeve ser milên wan. Mirov piştî vê hîn dibin ku jin jî dikarin di lîstikên şanoyê de rola xwe bilîzin. Ji bo min cihê jinê girîng e. Jin dikarin rola mêran jî bilîzin û min li ser dîkê gelek caran rola mêr jî lîstiye.  Gava ku şanoya me peş de bimîne  em ê jî paşde bimînin. Ji ber ku jin ne yekê ku xwe tev dide, dengê zirav dipeyive û nikare alîkariya mêr nebe bi tenê serê xwe bijî, jin ne tiştekî wisa ye. Ez bawer dikim ku di demên pêş de em ê bikaribin karê xwe serkeftîtir bikin.”
 
‘Hunermend bi zextên binçavkirinê re rûbirû ne’
 
Bedriyeyê da xuyakirin ku tişta herî girîng ziman e û beriya ku ew dest bi şanogeriyê bike ji xwe ev pirs kiriye“ Ez diçim malê bi diya xwe re bi kurdî diaxivim, derdikevim ser dîkê bi tirkî diaxivim. Çima ez bi tirkî diaxivim? Zimanê min bi kurdî ye û ez dixwazim her dem bi kurdî biaxivim û dixwszim kurdî pêşve biçe.” Bedriyeyê di axaftina xwe de cih da êrîşên li ser çand û hunera kurdî û destnîşan kir ku gava ew derdikevin ser dikê û hûnera xwe bi kurdî didin pêşandan tirsa binçavkirinê dijîn. Bedriyeyê wiha got: “Serdest dibêjin zimanê xwe nepeyive û hişbe. Vê jî em paşve birine. Ez hem şanoger im û hem jî li zanîngehê xwendekar im. Ez naxwazim jiyana min a zanîngehê biqede û gava ku derdikevim ser dîkê jî dixwazim bi zimanê xwe biaxivim û zimanê min pêşve biçe. Em di navbera du vebijêrkan de dimînin lê di encamê de  em dibêjin ya herî girîng zimanê me ye û em zimanê xwe dibijêrin. Heger ku em zimanê xwe biaxivin ew ê pêşeroja me hîn paqijtir be. Ewqas hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Lê belê serê me bilind e.”