Hîlala Zêrîn li Til Temirê çalakiyek hûnerî li dar xist

  • 13:56 22 Cotmeh 2023
  • Çand û Huner
 
HESEKÊ - Bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn a navçeya Til Temirê di çarçoveya hemleya "Azadî ji bo rêber Apo" çalakiyek hûnerî hat lidarxistin.
 
 25 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtîye û zêdetirî 32 meh e agahî jê nayê girtin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hers in û bi her awayî ji bo bidawîkirina vê tecrîdê  di nava rêzeçalakiyan de ne.  Îro di çarçoveya hemleya "Azadî ji bo Rêber Apo" de  Tevgera Hîlala Zêrîn a navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hola El-Xeyîmê ya navçeyê bi tevlibûn dehan şênî, endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, çalakiyek hûnerî hat lidarxisitn.  
 
Çalakî bi xwendina daxuyaniyê ji aliyê Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a Til Temirê Reşa Elo ve dest pê kir. Daxuyanî wiha ye: "Em destpêkê silav û hezkirinên xwe ji rêberê giştî mirovahî û Rojhilata Navîn Rêber Abdullah Ocalan re dişînin û berxwedana 25 salan dîrokî dibînin. Bi fikr û felsefeya rêbertiya me jiyana me bêtir ronî û zelal bû. 32 meh in em tu agahiyê ji rêberê xwe nagirin û hêzên komploger rê nadin ku dengê serokê me bighêje me.
 
Em azadiya fizîkî ya rêberê xwe dixwazin
 
Em wekî gelên Rojhilata Navîn Kurd, Ereb, Aşûr û Suryan û hemû pêkhateyan tecrîdê qebûl nakin û ev tecrîd tê wateya sûcê mirovahiyê. Her wiha di encamê vê tecrîdê de ewqas şerê dij-mirovî hatin destpêkirin.  Wekî şerê li ser Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ukraniya û Rûsiya, Filestîn û Îsraîl. Ger em Rêber Apo baş fêm bikin, em ê bikaribin projeya Netewa Demokratîk pêş bixin. Em tenê rakirina tecrîdê jî naxwazin, azadiya fêzîkî ya rêberê xwe dixwzin.   Em piştgiriyê didin hemleya 'Ji Rêber Apo re Azadî'  û dibêjin ku heta Rêber Ocalan azad nebe, wê jiyana me wekî jin, zarok û giştî civak di nava vê tecrîdê de be.  Ger ku tecrîd bi dawî nebe dê aştî li Rojhilata Navîn misoger nebe û gelê wê aştiyê nebînin."  
 
Piştî daxuyaniyê lîstika şanoyê ya  bi sernavê  "Meşeleya Azadiyê" hat pêşkêşkirin. Zarok, jineke ciwan û pîrejin û kalmêrek lîstokvanên vê lêîstika şanoyê bûn. Bi şanoyê re xwestin şerê ku tê kirin di encamê de zarok jiyana xwe ji dest didin, azadiya jinê ua bi tecrîdê ve hatiye girêdan, dîrok û destkeftiyên ku ji dayikan hatine dizîn nîşan bidin û bibêjin; bêyî azadiya Rêber Apo wê aştî pêk neyê û azadî. 
 
Çalakî bi helbest û stranan bi dawî bû.