Tabloyên 13 hunermendên jin hatin pêşandan

  • 14:53 20 Tîrmeh 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tabloyên jinên Rojavayê Kurdistanê ku xemgînî û berxwedana jinên Kurd îfade dikir, bi dirûşmeya ‘Jan û Jiyana Rojava’, li parêzgeha Helebce hatin pêşandan.
 
Li Hola Rêveberiya Çand û Hunerê ya Helebceyê, bi hevkariya Navenda Lûr tabloyên 13 hunermendên jin ên Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengeha bi navê ‘Jan û Jiyana Rojava’ de hatin pêşandan.
 
Gelek kes beşdarî pêşengehê bûn û bi balkêşî li pêşangehê û hêza hunerî yên Rojava û Başûr temaşe kirin. Pêşengeh wê rojekê berdewam bike.