Tabloyên 13 hunermendên jin hatin pêşandan 2023-07-20 14:53:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Tabloyên jinên Rojavayê Kurdistanê ku xemgînî û berxwedana jinên Kurd îfade dikir, bi dirûşmeya ‘Jan û Jiyana Rojava’, li parêzgeha Helebce hatin pêşandan.   Li Hola Rêveberiya Çand û Hunerê ya Helebceyê, bi hevkariya Navenda Lûr tabloyên 13 hunermendên jin ên Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengeha bi navê ‘Jan û Jiyana Rojava’ de hatin pêşandan.   Gelek kes beşdarî pêşengehê bûn û bi balkêşî li pêşangehê û hêza hunerî yên Rojava û Başûr temaşe kirin. Pêşengeh wê rojekê berdewam bike.