Li Silêmanî jinên şêwekar pêşangeh vekirin

  • 11:08 13 Tîrmeh 2023
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşangeha bi navê ‘Deng Pirengekan’ ya jinên şêwekar ên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê duh li Mûzexaneya Nîştimanî ya bajarê Silêmanî hat vekirin.
 
Duh  êvarê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi beşdarbûna Waliyê Silêmaniyê û Nûnertiya rojavayê Kurdistanê, pêşangeha hunera şêwekariyê ya bi navê ‘Dengê Pirengekan’ ya ku tabloyên jinên ji Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê beşdrî wê bûn, li Mûzexaneya Nîştîmanî ya Emen Sureke hate vekirin.
 
13 jinên şêwekar ên ji herêmên cuda yên ji rojavayê Kurdistan û 8 jinên şêwekar ên ji başûrê Kurdistanê beşdarî pêşangehê bûn. Her wiha hejmareke zêde wênesaz, şanoger û nivîskarên Silêmaniyê jî di pêşangehê de amade bûn.
 
Bi dehan talboyên jinan di pêşangehê de hatin pêşandan. Piraniya talboyan li ser êş, berxwedan û têkoşîna jinan bû.
 
Dê pêşangeh 3 rojan vekirî bimîne.