Li Silêmanî jinên şêwekar pêşangeh vekirin 2023-07-13 11:08:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşangeha bi navê ‘Deng Pirengekan’ ya jinên şêwekar ên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê duh li Mûzexaneya Nîştimanî ya bajarê Silêmanî hat vekirin.   Duh  êvarê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi beşdarbûna Waliyê Silêmaniyê û Nûnertiya rojavayê Kurdistanê, pêşangeha hunera şêwekariyê ya bi navê ‘Dengê Pirengekan’ ya ku tabloyên jinên ji Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê beşdrî wê bûn, li Mûzexaneya Nîştîmanî ya Emen Sureke hate vekirin.   13 jinên şêwekar ên ji herêmên cuda yên ji rojavayê Kurdistan û 8 jinên şêwekar ên ji başûrê Kurdistanê beşdarî pêşangehê bûn. Her wiha hejmareke zêde wênesaz, şanoger û nivîskarên Silêmaniyê jî di pêşangehê de amade bûn.   Bi dehan talboyên jinan di pêşangehê de hatin pêşandan. Piraniya talboyan li ser êş, berxwedan û têkoşîna jinan bû.   Dê pêşangeh 3 rojan vekirî bimîne.