Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket

  • 12:26 26 Hezîran 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka bi navê “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” a ji 7 çîrokan pêk tê ya Roza Metîna ji Weşanxaneya Aryenê, derket.
 
Pirtûka bi navê “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” a ji 7 çîrokan pêk tê ya Roza Metîna ji Weşanxaneya Aryenê, derket. Wêneyê berga vê pirtûkê ji aliyê Zehra Dogan ve hatiye çêkirin. Ev berhema Roza ya şeşemîn e. 4 çîrokên di vê berhemê de cihê xwe digirin di pêşbirkên çîrok û helbestê yên cuda de hêjayî xelatê hatine dîtin. Di sala 2019’an de di 8’emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt de di beşa çîrokên Kurdî de çîroka "Guliyên Ji Bêhna Şemamokan" xelata yekemîn girt.
 
Têkoşîna jinên kurd kir mijara çîrokên xwe
 
Roza Metîna di pirtûka bi navê “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” de bal kişandiye ser têkoşîna jinên kurd û lehengê van çîrokana jî jin bi xwe ne. Her wiha gelek motîvên kurdewarî di vê berhemê de cihê xwe digirin û berxwedana li dijî sîstema desthilatdar û yekperest a jinê jî mijara gotinê ye. 
 
Berhemên Roza Metîna: 
 
Bilindahiyên Xwedanwend (Helbest)- J&J- 2014
 
Hêviyên Dilazad (Helbest) - J&J- 2015
 
Sêgoşe û Çargoşe (Çîroka Zarokan)-Weşanxaneya Hîva
 
Tilîya Qereqûçkê (Helbest) - J&J- 2019
 
Antolojiya Çîrok û Helbestên Nivîskarên di Zindanan de-Rabûna Berî li Gulberojan (Li ser navê PENa Kurd)-2023
Guliyên ji Bêhna Şimamokan (Çîrok)-Weşanxaneya Aryen-2023