Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket 2023-06-26 12:26:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka bi navê “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” a ji 7 çîrokan pêk tê ya Roza Metîna ji Weşanxaneya Aryenê, derket.   Pirtûka bi navê “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” a ji 7 çîrokan pêk tê ya Roza Metîna ji Weşanxaneya Aryenê, derket. Wêneyê berga vê pirtûkê ji aliyê Zehra Dogan ve hatiye çêkirin. Ev berhema Roza ya şeşemîn e. 4 çîrokên di vê berhemê de cihê xwe digirin di pêşbirkên çîrok û helbestê yên cuda de hêjayî xelatê hatine dîtin. Di sala 2019’an de di 8’emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt de di beşa çîrokên Kurdî de çîroka "Guliyên Ji Bêhna Şemamokan" xelata yekemîn girt.   Têkoşîna jinên kurd kir mijara çîrokên xwe   Roza Metîna di pirtûka bi navê “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” de bal kişandiye ser têkoşîna jinên kurd û lehengê van çîrokana jî jin bi xwe ne. Her wiha gelek motîvên kurdewarî di vê berhemê de cihê xwe digirin û berxwedana li dijî sîstema desthilatdar û yekperest a jinê jî mijara gotinê ye.    Berhemên Roza Metîna:    Bilindahiyên Xwedanwend (Helbest)- J&J- 2014   Hêviyên Dilazad (Helbest) - J&J- 2015   Sêgoşe û Çargoşe (Çîroka Zarokan)-Weşanxaneya Hîva   Tilîya Qereqûçkê (Helbest) - J&J- 2019   Antolojiya Çîrok û Helbestên Nivîskarên di Zindanan de-Rabûna Berî li Gulberojan (Li ser navê PENa Kurd)-2023 Guliyên ji Bêhna Şimamokan (Çîrok)-Weşanxaneya Aryen-2023