Mîhrîcana Fîlman a Uçan Supurge dest pê dike

  • 18:29 25 Gulan 2023
  • Çand û Huner
ENQERE- Mîhrîcana Fîlman a Jinan ya Navneteweyî ya Uçan Supurge di 31’ê Gulanê de destpê dike.
 
26’emîn  Mîhrîcana Fîlman a Jinan ya Navneteweyî ya Uçan Supurge bi dirûşma ‘zêdetir, ne kêmtir’ wê di 31’ê de dest pê bike.  Di sê afîşên cuda ku îmzeya Kîbela Yarman lê ye, balkişandine ser têkoşîna maf a jinan û cihê wan yê di sînemayê de. Mîhrîcan wê li Sînemaya Buyulu Fener Kizilay pêk bê û di 9 beşan de ji her çar alî cîhanê wê 64 fîlm bên nişandan.
 
Mîhrîcan bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê, şaredariya Çankaya, Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê, Goethe Instîtut, Navenda Çanda Fransî, Kendîne Has, Weqfa Stenbolê, Last Penny wê pêk bê.  Her wiha seferatxaneyên Avusturya, Danîmarka, Kanada, Luksemburg, Meksîkayê jî wê piştgiriyê bidin.
 
Bîletên mîhrîcanê  wê 27’ê Gulanê de dest bi firotinê bikin. Ji bo xwendekaran 20 TL ye û normal jî 40 TL ye.