Hunermend Rojda têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da

  • 14:51 11 Gulan 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Rojda têkildarî mihrîcana muzîkê ya bi sponsoriya Şaredarê Bazîdê Yildiz Acar ku ji HDP’ê hatibû îxrackirin û Holdînga Dosso Dossiyê daxuyanî da û got ku dê tev li nebe. 
 
Walîtiya Agiriyê, Şaredarê Bazîdê Yildiz Acar ku ji HDP’ê hatibû avêtin û Holdîna Dosso Dossiyê Mîhrîcana Muzîkê ya Çiyayê Agirî organîze kir. Bertekên li dijî mîhrîcanê roj bi roj zêdetir dibin. Di nava hunermendên ku dê tev li mîhrîcanê de bibin hunermend Rojda jî hebû. Rojdayê li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir û got ku dê tev li nebe. 
 
Di daxuyaniyê de Rojda got ku li pêşiya wan hilbijartinên girîng hene û xwest ku tu kes rojevê neguherîne. Rojda wiha bang kir: “Hewceye em bi hemû hêza xwe tev li xebatan bibin da ku di meclisê de bi awayekî herî xurt bên temsîlkirin.”