Li Amedê konsera Ma Muzîkê

  • 08:20 31 Çile 2023
  • Çand û Huner
 
AMED - Ma Muzîkê ku derket tûrneyê, piştî Enqere, Stenbol û Îzmîrê li Amedê konser da.
 
Ma Muzîk ku derket tuneyê  piştî Enqere, Stenbol û Îzmîrê li Amedê konsera xwe li dara xist. Konsere ku li Şanoya Bajêr a Amedê hat lidarxistin de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê (DTSO) û gelek welatî tevlî bûn. Di konserê de strana destpêkê ji bo serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir û li Rojhilat berdewam dike, hat dayîn. 
 
Konser bi çepik û tililiyan destpê kir. Di konserê de stranên Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yûsif, Merûf, Reşîdê Cindî, Dirbazê Bilbesî, Efoyê Esed, Îsa Berwarî, Şukrî Rêkanî, Radyoya Erîwanê û ji herêmên Dêrsîm, Behdînan û Botanê hatin gotin. Welatiyan bi çepik û tililiyan tevlî stranan bûn. Piştî konser qediya welatiyan li ser piyan çepikan dan.
 
 Ji Ma Muzîkê piştgiriya HDP’ê
 
Ji Ma Muzîkê Mesut Geverî ku di dawiya konserê de axaftinek kurt kir, spasiya hemû welatiyên hatin konserê kir û diyar kir ku ew ê dahata konsera roja 3’emîn ji bo kampanyaya HDP'ê ya “Xezîneya me gelê me ye”  piştgiriyê bikin.
 
 Konser dê îro roja duyem de berdewam bike.