Navnîşana hilberînê 'Tûrik'

  • 09:05 15 Çile 2023
  • Çand û Huner
Rojda Aydin 
 
AMED - Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas, diyar kir ku ligel şert û mercên kêm a li Girtîgeha Jinan a Amedê Kovara Tûrik hatiye amadekirin û got: "Me pelên spî kir nav ava çay û qeyweyî. Rengê pelan dema guherî me zûha dikir û piştre me li ser nivîsên xwe nivîsî. Hevalên me yên xêzker jî wêneyan xêzdikir. Ev kovar jî bi awayek komûnal hat amadekirin.”
 
Di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de her çiqasî zext û zordarî zêde dibin jî ji aliyekî ve jî têkoşîn û berxwedana girtiyan jî berdewam dike. Îro bi hezaran kes ji ber fikrên xwe di girtîgehan de dîl tên girtin û îktîdar dixwaze girtîgehê veguherîne dojehê. Lê ligel vê yekê jî girtiyên di girtîgehan de bi destên xwe girtîgehan vedigûherînin qada jiyanê û bi destên xwe tiştan diafirînin. Ji van girtîgehan yek jî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê ye.
 
Jinên girtî kovara bi navê “Tûrik” amade dikin. Kovara ku ji 51 rûpelan pêk tê de gelek nivîs, helbest û çîrokên cuda cih digirin. Di kovarê de nivîsa Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan û gelek jinên dinê cih digire. Kovara ku di girtîgehê de hat amadekirin gihişt ajansa me.
 
Her wiha di kovarê de nivîsa Hevseroka Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) ya Amedê Yuksel Elmas jî cih digire. Yuksel, di 27’ê sibata 2021’an de bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” tê girtin û piştî salek û 9 mehan girtî dibîne şûnde di 16’ê mijdara 2022’an de ji girtîgehê tahliye dibe. Yuksel, ji me re behsa Kovara Tûrikê kir.   
 
‘Karên komeleya me îlegal hat dîtin’
 
Yuksel, di destpêkê de anî ziman ku ew di 27’ê sibata 2021’ê de bi ser avahiyên wan ên MEBYA-DER’ê ve hatiye girtin û wiha got: “Di encama serdegirtina da rêveber û endamên komeleyê hemû hatin binçavkirin. Em 12 rojan di binçavan de man û piştre me derxistin dadgehê. Em nêzî 10 heval hatin girtin û şandin girtîgehê. Ez salekî û 9 meh di girtîgehê de mam. Bi hinceta komeleya me karên ‘îlegal’ dike em hatin girtin. Her çixwasin tiştekî bi saziyê re gire bidin jî lê nekaribûn tiştekî bikin. Bi awayek bêhiqûqî ez nêzî du salan di girtîgehê de mam. Tu tiştekî me bê sûcdar bikin nîne. Hevalên me yên ku beraat girtin hebû. 16'ê mijdara 2022’yan de ez tehliye bûm. Ceza li min birîn û piştre tahliye bûm. Destpêkê de 10 salan ceza li min birîn. Lê îstînafê bi hinceta ceza gelek zedeye dosyeyê xirap kir. Piştre carekedin doz hat dîtin û 9 sal û 9 meh dan. Tiştekî ku guherî nîne. Bi tenê sê meh daxistin. Piştre ceza birin kêmxistinê. 8 sal û 45 roj ceza dan.”
 
‘Ew di hêla fikrî de nikarin me dîl bigirin’
 
Yuksel, destnîşan kir ku mirov di girtîgehê de bi fîzîkî dibe ku dîl bê girtin, lê di hêla fikrî dîl nayê girtin û wiha domand: “Em di girtîgehê de jî di hêla fikrî de xwe pêtir xûrttir dikin. Divê mirov hemû qadê ji xwe re bike fersendek. Lê ew jî dixwazin me di girtîgehê de di hêla fikrî de me biguherînin. Lê ew nikarin fikrê me bigûherînin. Ji bo ku em xwe pêş bixînin çar dîwar nikare ji me re bibe asteng. Em di girtîgehê de wek heval xwedî hevdû derdikevin. Germahiya hevaltiyê ya li girtîgehê li gor derve cûdatire. Em li wir zêdetir xwedî hevdû derdikevin. Jiyana me di girtîgehê de tim di nava piştgiriyê de derbas dibe.”
 
‘Girtî ji mafên xwe bêpar tên hîştin’
 
Yuksel, da zanîn ku girtiyên îro di nava çar dîwaran de tên girtin ji hemû mafên xwe bêpar tên hîştin û axivî: “Mînak wek mafên çand, tendûristî, wêje, jiyanê û hemû aliyan de em bêpar dimînin. Lê dema mirov bixwaze bixebite tu tişt nikare bibe asteng. Tu hêz nikare pêşiya xwestêkên me asteng be. Ligel hemû yan hevalên girtî di girtîgehê de bi destên xwe tiştan diafirîne. Di girtîgehê de bi tiştekî dikarî mînaka deh tiştan derbixî. Lewra jî hevalên girtî bi destên xwe tiştan diafirînin. Ji ber vê yekê jî zehmetî ji bo me ne ferze. Di girtîgehê de rastî jî alav tunene gelek kêm in. Lê dîsa jî me di girtîgehê de diafirand. Hevalên me di vê hêlê de gelek jêhatî bûn.”
 
‘Bi kedek hevpar me vê kovarê amade kir’
 
Yuksel, diyar kir ku ew di girtîgehê de bi awayek hevpar Kovara Tûrik amadekirine û wiha behs kir: “Em îro dibêjin dîplomeya zanîngeh an jî lîseyê nîne. Lê ji bo nivîsandinê hewcekariya me bi dîplomayê nîne. Hevalên me di her aliyê de gelek jêhatî bûn. Her hevalekê bi amadekirina vê kovarê re ew jêhatiya xwe derxist pêş. Me jî got em çima nikarin vê kovarê amade nedin. Em dikarin amade bikin û tiştekî bi xwezayî biafirînin. Me xwest ku wê afirandinê veguherînin berhemekî. Me bi awayek hevpar dest bi vê amadekariya kovarê kir.”
 
‘Tûrikê kurdan pir dewlemende’
 
Yuksel, destnîşan kir ku dema amadekariyên kovarê kirine ji bo nav gelek nîqaş û axaftinan kirine û got: “Em gelek fikirîn ku çi navê daynin. Di navbera hevalan de me nîqaş û axaftinan kir. Bi navên cuda pêşniyarî derketin pêş. Ji wan navan yek jî navê 'Tûrik' bû. Navê Tûrik kevneşopiyek kurdan e. Avakirina erdnîgariya kurdan de me wê şopê dîtiye. Tûrik di nav xwe de tiştek wisa dihewîne ku her tişt di tûrik de cih digire. Di tûrika kurdan de hertişt heye. Di hêla çand, xweza, jiyan, dîrok û her aliyê de tişt hene. Hertişt di nava çanda me de heye. Di kovara me de jî di her hêlê de nivîs heye. Ji ber vê yekê me xwest em navê kovarê daynin Tûrik. Ji ber ku di Tûrikê me de jî ev tişt cih digirin. Tûrik wateya wê gelek mezine. Tûrikê kurdan pir dewlemende. Lewma me biryar da û vê navê danî.”
 
‘Her hevalek li ser mijarekî hûr bû' 
 
Yuksel, bi lêv kir ku di Kovara Tûrik de li ser gelek mijaran nivîs cih digirin û wiha pê de çû: “Her hevalek li ser mijarekî bi pênûsa xwe nivîsiye. Di Tûrikê de li ser wêjeyê, jiyana hevpar a komûnal û girtîgehan nivîs cih digirin. Her wiha di kovarê de helbet û çîrok jî cih digirin. Hevalên me taybetî li ser jiyana Sûrê jî helbest nivîsîn. Hevalên me ku bûbûn şahide wê şerê bi pênûsa xwe nivîsîn. Ji bo dewlemendkirina kovarê her hevalek bi pênûsa xwe nivîsand. Her hevalek ew nivîsan li ser jiyana xwe bi pênûsa xwe girtin dest.”
 
‘Me bi destên xwe tişt afirand’
 
Yuksel, bal kişand ser şert û mercên zehmet ên li ser girtîgehê û ev tiştan anî ziman: “Me bi destên xwe ji bo kovarê tiştan afirand. Ji ber ku di girtîgehê de destûr nayê dayîn ku em di kantînê de tiştan bistînin. Dema mirov girtî be û derfetên te tunebe dema tiştan diafirînî tiştên gelek xweş derdikevin holê. Lewra jî me dema kovar amade kir me got bila hinek bi reng be. Ji ber vê yekê me pelên spî kir nava ava çay û qeyweyî. Rengê pelan dema guherî me zûda dikir û piştre me li ser nivîsên xwe nivîsî. Hevalên me yên ku di hêla xêzkirinê de pêşketîbûn li ser kovarê xêzkirinê kirin. Me kovarê de wêneyan li cem xwe bikar anî. Li gor mijara nivîsî me wêne wisa bikar dianî. Hemû hevalan kedekî mezin dan. Ev kovar jî bi awayek komûnal hat amadekirin.”
 
‘Divê em hertim xwedî girtîgehan derbikevin’
 
Yuksel, dawiyê de wiha got: “Dil dixwaze ku tu kesek di girtîgehan de nebîne û hemû bigihîzin azadiya xwe. Îro her çixwasî di hêla fîzîkî de me dîl girtibin jî ew tu carî nekarin di hêla fikrî de me dîl bigirin. Di girtîgehê de fikrên me azadin. Tu tişt û tu hêz nikare bibe asteng. Germahî û hevaltiya girtîgehan morel û motîvasyonek mezin dide mirovan. Divê em hertim xwedî girtîgehan derbikevin.”