Li Amedê bi coşek mezin Serêsalê hat pîrozkirin

  • 23:23 13 Çile 2023
  • Çand û Huner
AMED - Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, bi boneya “Serê Salê”  pîrozbahî li dar xist.
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, li Eywana Dawetê ya Avayê ya navçeya Peyasa Amedê bi boneya “Sersala Kurdan” konserek li dar xist. Endam û rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, aktîvîstên TJA’yê û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bû. Konsera ku hat lidarxistin rastî eleqeyek mezin hat.
 
Jina bi navê Hedê Ozçelîk a ku tevlî pîrozbahiyê bû, behsa pîrozbahiyên berê kir û got ji ber îro ev pîrozbahî tên kirin gelek kêfxweş bûye. Meryem Tûran jî daxwaz kir ku di  vê sersalê de jiyanek azad, aram û xweş bêjiyîn û herî dawî sersaka hemûyan pîroz kir. Piştre dengbêja klamên xwe gotin û helbestvanan helbestên xwe xwendin. Piştre hûnermend Hediye, Kadît Çat û Azad Bedran stranên xwe vegotin. Di dema gotina stranan de demên xweş û coş hatin jiyîn.
 
Bernameya ku bi coşeke gelek mezin derbas bû. Di dema gerandina govendê de girseyê tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan Nabe", “Bijî Berxwedana Zindanan” û "şehîd namirin" berzkirin. Hunermendên ku derketin ser dikê stranên xwe diyarî Şehîdên Parîsê û girtiyên azadiyê kirin. 
 
Ciwanan bi coşeke mezin govend gerandin û sersal pîroz kirin. Piştî pîrozbahiyê bername bi dawî bû.