Serê Salê li Amedê hat pîrozkirin

  • 15:54 13 Çile 2023
  • Çand û Huner
 
AMED - Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê li Amedê bi çalakiya kosegeriyê Serê Salê pîroz kir. 
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê li navçeya Sûrê ya Amedê bi çalakiya kosegeriyê Serê Salê pîroz kir. Endamên Komeleyê bi kincên kosegeriyê (jinan kincên mêran li xwe kirin, mêran jî kincên jinan li xwe kirin) li kolanên navçeya Sûrê geriyan û şahî li dar xistin.
 
Endam û rêveberên komeleyê bi erbane, dahol û stranan li kolanan bi girseyî meşiyan. Dikandar û welatiyên Amedê jî bi çepik û tilîliyan girse pêşwazî kirin. Her wiha weke kevneşopî dikandaran tiştên li dikanên xwe diyarî girseyê kirin. Girse li kolanan bi berzkirina dirûşmeya “Serê salê pîroz be” meşiyan û stran gotin. Di şahiyê de dimenên gelek rengîn derketin holê. 
 
Girse herî dawî li hewşa komeleyê kom bû û bi gerandina govendê şahiya xwe bi dawî kir.