Ji Grubî Kîjanî Sîlêmanî konser

  • 21:47 7 Çile 2023
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Gruba Kîjanî Silêmaniyê  li Silêmaniyê konserek da.  
 
Li bajarê Silêmanî ya Başurê Kurdistanê li Salona Rewşenbîrî ji aliyê Gruba Kîjanî Silêmanî ve konserek hat dayîn. Gelek welatî ji bo konserê guhdar bikin li salonê amade bûn.
 
Konserê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre hunermendên bi navên, Nîgar Heme Law, Pêşeng Xefur, Şanu Amanc, Şanu Salih, Heme Reuf Kerkûkî û Lence Azad bi sitranên xwe tevlî konserê bûn.