Li Tirbespiyê pêşangeha karên destan hat lidarxistin

  • 16:02 20 Kanûn 2022
  • Çand û Huner
 
QAMIŞLO - Bi armanca piştgirîkirina karên destan ên jinan û parastina çanda herêmê, Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Kantona Qamişloyê bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya navçeya Tirbespiyê îro pêşengeheke karên destan li dar xist.
 
Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Kantona Qamişloyê ji bo piştgirîdayîna behreyên jinan û parastina kutûra herêmê, li navçeya Tirbespiyê pêşangeheke karên destan li dar xist.
 
Bi dehan jin û şêniyên Tirbespiyê beşdarî pêşangehê bûn.
 
Di pêşangeha ku li Navenda Hêzil a Çand û Hunerê hate lidarxistin û dê îro bi dawî bibe de, 100 tiştên ji karên destan bi rês hatine çêkirin hatin pêşandan.
 
Di pêşangehê de çente, cil, pêlav, lepik, kum û tiştên bi rês hatine çêkirin û ji bo xemilandinê tên bikaranîn, hatine pêşandan û bi nirxekî erzan tên firotin.
 
Hêjayî gotinê ye ku karên destan û yên rêsî herî zêde bala jinan dikişîne. Jin hem tiştên cihêreng pê çêdikin, hem jî hez dikin ku tiştên ku bi hunera destan hatine çêkirin bikirin.