Wê vê carê bi 'LaWjeyên Jinan' derkeve ser dikê

  • 11:35 20 Kanûn 2022
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - LaWje ku demek dirêj e bi stranên di bin navê “LaWjeyên Evînî” de kom kiribûn li ser dikê pêşkêşî guhdar dikir, dê vê carê bi xebata, “LaWjeyên Jinan” derkeve ser dikê. 
 
LaWje ji herêma Colemêrg ango Behdînanê stran û awazên ji hev xweştir berhev dike û pêşkêşî xelkê dike. LaWje ku bi selîqeya terza Colemêrgê derdikeve ser dikan vê carê bi xebatek nû derdikeve ser dike. LaWje ji sala 2003’yan ve bi xebatên xwe yên berhevkariyê û performansên cuda xebatên hunerî didomîne, wê bi koroya jinan re ku di demên cuda de bi hev re kargehan li dar xistin derkeve ser dike. LaWje vê carê wê ji bijarteyên kilamên herêma Botan û Behîdînanê yê aydê jinan li gel koma defê ya Defjen konserekê li dar bixe. 
 
LaWje diyar kir ku ji roja wan koma xwe damezrandiye heta niha armanca wan ew e ku ew bi terzek cuda ji stranên devera Behdînanê û deverên din ên Kurdistanê bi guhdarvan û temaşevanên xwe re parve bikin û dê di 20’ê çileya 2023’yan de li Sahneya Moda ya li navçeya Kadikoya Stenbolê konserekê li dar bixin. LaWje ku demek dirêj e bi stranên di bin navê “LaWjeyên Evînî” de kom kiribûn li ser dikê pêşkêşî guhdar dikir, dê vê carê bi xebata, “LaWjeyên Jinan” derkeve ser dikê.