Gelek saziyên kurdan wê Cejna Şeva Yeldayê pîroz bikin

  • 11:19 19 Kanûn 2022
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek saziyên çand, huner û wêjeyê yên kurd wê bi munasebeta Cejna Şeva Yeldayê çalakiyên cuda li dar bixin. 
 
Kovara Destar, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî - Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Navenda Çandê ya Biharê, Enstîtuya Kurdî ya li Stockholmê, Enstîtuya Kurdî ya li Elmanyayê, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê dê tekildarî Cejna Şeva Yeldayê daxuyaniyek nivîskî dan û gotin ku ew ê di 21’ê kanûnê de li gelek deweran bi bernameyên cuda pîrozbahiyan li dar bixin.
 
Bi munasebeta Cejna Şeva Yeldayê saziyên çand, huner û wêjeyê yên kurd daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Ev nirx û pîrozwerên kurdan ên bingehîn di netewebûyîn û civakbûyîna kurdan de bûne xwedî risteke girîng. Bi taybetî jî Şeva Yeldayê wek cejna herî qedim a kurdan xwedî cihekî girîng e. Şeva Yeldayê di çavkaniyên dîrokî de wek Şevçile, Şeva Mêhr an jî Mêhra, Şevçere, Şevçile, Çilekilû, Şeva Rojvegerê, Şeva Ronahiyê, Şeva Zayîna Tav û Ronahiyê, Şeva Mîtrayê jî tê zanîn. "
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
Ji Çapemenî û Raya Giştî re
 
Neteweya kurd, neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye û xwedî nirxên bingehîn ên dîrokî, çandî, civakî û jiyanî ye. Yek ji van nirxên bingehîn cejnên neteweyî yên kurdan e. 3 cejnên kurdan ên sereke hene. Ev cejnên ku wek roj û cejnên pîroz û neteweyî tên pejirandin û bi hezaran sal e tên pîrozkirin ev in: 
 
1-Cejna Çarşema Sor (cejna gerdûnî)
2-Cejna Newrozê (cejna rûzemîn) 
3-Cejna Yeldayê/Şevçile (cejna felekî/astrolojîk)
 
Ev nirx û pîrozwerên kurdan ên bingehîn di netewebûyîn û civakbûyîna kurdan de bûne xwedî risteke girîng. Bi taybetî jî Şeva Yeldayê wek cejna herî qedim a kurdan xwedî cihekî girîng e. Şeva Yeldayê di çavkaniyên dîrokî de wek Şevçile, Şeva Mêhr an jî Mêhra, Şevçere, Şevçile, Çilekilû, Şeva Rojvegerê, Şeva Ronahiyê, Şeva Zayîna Tav û Ronahiyê, Şeva Mîtrayê jî tê zanîn. 
 
Şeva Yeldayê anku Şevçile 21'ê berfanbara zayînî (mîladî) ye, şeva herî dirêj a salê ye û destpêka sala nû ye, sersala kurdan a neteweyî ya felekî/ astrolojik e. Li gel vê şevê salek bi dawî dibe û saleke nû dest pê dike.
 
Wek cejna Newrozê, Cejna Yeldayê jî ji bo kurdan xwedî wate û girîngiyeke neteweyî, civakî, çandî û jiyanî ye; beşeke ji çand, dîrok û zanîna me ya kurdewariyê ye. 
 
Cejn û Şeva Yeldayê xwedî felsefeyeke xwezayî û zanistî ya kûr û dewlemend e. Yelda xwedî fikir, raman, felsefe, bawerî û bûyereke mezin a dîrokî ye. Yek ji pîrozweriyên felsefe, bîr û baweriya mîtrayî ye, ku ev felsefe, bîr û baweriya kurdan a herî qedîm a xwezayî, xwebûnî û gerdûnî ye. Bingeha gelek çand û nerîtên beşek ji cîhanê ku kanî û jêderka wê ji giyanê Çiyayên Zagros û axa Kurdistanê ye. Cejna Yeldayê di heman demê de xwe berdaye nava çanda gelek neteweyên din û di nava wan de jî bi nav û awayên cuda tê pîrozkirin.
 
Li gor daneyên lêkolîn û vekolînên dîrokî û zanistî ‘Noel’anku sersala mîladî ku îro li her aliyê cîhanê tê pîrozkirin jî bingeh û çavkaniya xwe ji Şeva Yeldayê digire. 
 
Cejna Yeldayê bi hezaran sal e, li her çar milên Kurdistanê wek cejneke neteweyî tê pîrozkirin. Lê sed mixabin ji ber dagirkirina Kurdistanê ya bi sedan sal e wek gelek nirxên din, ev nirxê kurdan ê neteweyî jî hatibû asta jiholêrakirinê. Îro di encama têkoşîna neteweya kurd a bêhempa de wek gelek nirxên din ên kurdewar ev çand, bawerî û felsefeya pîroz a Şeva Yeldayê jî carek din zindî dibe û li her çar milên Kurdistan û li her derên cîhanê yên ku kurd lê dijîn belav dibe. 
 
Di têkoşîna rizgariya neteweyî ya kurdan de Cejna Yeldayê jî xwedî cih û risteke dîrokî ye. Ji ber ku nirxekî pîroz û semboleke bingehîn a hevpar a tevahiya neteweya kurd e. Nav û nîşana nasnameyeke neteweyî, yekbûnî û yektevgerînê ye ku ev jî dibe çavkaniyeke bingehîn a pêkhatina xet û vîna neteweyî, civakî, çandî û polîtîk a kurd û Kurdistanî ya xwebûnî û gerdûnî.  
 
Em li ser bingeha vê rastiyê, di serî de hemû tevger, sazî, dezgeh û derdorên pêşeng bang û gazî li hemû kurdên li her çar milên Kurdistan û li her derê cîhanê dikin ku bi hest, hiş û giyanê yekbûna neteweya kurd a azad Cejna Yeldayê, anku Şevçileyê bi şahî û bernameyên cur bi cur pîroz bikin û têkoşîna parastin û pêşxistina nirxên neteweya kurd li her derê bilindtir bikin.
 
Em wek saziyên li jêr jî dê bi boneya vê rojê li gelek bajaran bi şahî û bernameyên cur bi cur Cejna Yeldayê pîroz bikin. Cejn û Şeva Yeldayê yan jî Şevçile li neteweya kurd û hemû mirovahiyê pîroz be.
 
*Kovara Destar
*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê - Amed
*Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
*Enstîtuya Kurdî ya Amedê
*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî - Êlih
*Komeleya Wêjekarên Kurd - Amed
*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê - Wan
*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê - Sêrt
*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê - Îzmîr
*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê - Enqere 
*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê - Semsûr
*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê - Cizîr
*Navenda Çanda Dîcle û Firadê - Amed
*Navenda Çanda Biharê - Batman
*Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê
*Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê
*Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
*Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê