Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Dê têkoşîn bidome

  • 09:02 19 Kanûn 2022
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
AMED - Rêvebera MED -DER'ê Dîlan Guvenç, êrîşên li ser zimanê Kurdî nirxandin û diyar kir ku ji destpêka avakirina komarê ve êrîşên li ser ziman dewam dikin û wê têkoşîna wan a ji bo parastina ziman bidome.  
 
Polîtîqayên asîmîlasyonê yên li dijî kurdan bi salan e bi rêbazên cur bi cûr didomin û ev asîmilasyon her ku diçe berfireh dibe. Polîtîqa herî zêde jî li ser zimanê kurdî tên meşandin. Li hemû qadên jiyanê li dijî zimanê Kurdî êrîşên nijadperest dewam dikin. Zimanê kurdî hem li qadên jiyanê, hem li dibistan,  li meclîs û hem jî di kanalên TV’yan de tune tê hesibandin.
 
Rêvebira Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Guvenc, zext û polîtîqayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî nirxand.   
 
‘Bi avakirina Komara Tirk re êrîş zêde bûn’
 
Dîlan, anî ziman ku êrîşên li dijî ziman ne bi tenê di demên dawiyê de des tpê kirine, ji  avakirina Komara Tirkiyê ve heta îro ev êrîş bi awayek sîstematîk didomin. Dîlan, got ku ew van êrîşan wek encama polîtîqayên bişaftinê digirin dest û wiha domand: “Ji ber ku avakirina Komara Tirkiyê li ser yek netew û zimanî hatiye avakirin. ziman û çanda kurdan tune hatiye hesibandin. Ji ber vê yekê jî ev pergal hikûmet çiqas biguheri, dem biguherin û dîrok biguhere jî ev êrîş li ser ziman û çanda kurdî bênavber berdewam dikin. Em van hemûyan wek polîtîqayên bişaftinê digirin dest. Lewra jî em van sûcek mezin dibînin. Ji ber ku bikaranîna zimanê dayîkê mafekî bingehîn û gerdûnî ye. Komara Tirkiyeyê dikeve sedsaliya xwe. Lê di sedsaliya xwe de jî êrîşên xwe yên li hemberî ziman û çanda kurd didomîne.”      
 
‘Ev pergal bi awayek sîstematîk didome’
 
Dîlan, bi lêv kir ku îqtîdar dixwaze zimanê Kurdî li hemû qadan de qedexe bike û bi vê armancê polîtîkayên xwe kirine dewrê û wiha pê de çû: “Pirsgirêka dewletê li hemberî kurdan heye. Pirsgirêkên wan di serî de ya yek ziman û çand heye. Dewlet ji bo daxwaza kurdan a bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî dixwaze bi dayîna tiştên biçûk ên wekî dersên hilbijarî kurdan bixapîne v Ev pergal bi awayek sîstematîk li dijî zimanê Kurdî êrîşên xwe didomîne. Kurdên ciwan ên ku di zanîngehan de dixwînin bi êrîşên nijadperest re rû bi rû dimînin. Malbatên kurdan ku li anatolyaya navîn dijîn ji ber ku kurdin û bi zimanê xwe diaxivin tên qetilkirin. Dema ku bi zimanê xwe muzîkê dikin êrîş li wan tên kirin. Em nêzîkatiya wan a li hemberî zimanê xwe samîmî nabînin. Ji ber ku em samîmîbûna wan ji qedexe, sansür û qûtkirina dengan nas dikin. Parlameterên kurd dixwazin bi zimanê xwe di meclîsê de biaxivin. Lê belê tehemûla îktîdarê ji zimanê kurdî re tune ye. Ne qebûlkirina ziman ne qebûlkirina gelê Kurd e.  Ev nijadperestî ye û bi van êrîşêna dixwazin pergala xwe ya avakirine bidomînin.”
 
‘Em ê têkoşîna ji bo zimanê xwe bilind bikin’
 
Dîlan, destnîşan kir ku îqtîdar dixwaze kurdan ji hemû nirxên wan dûr bixîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema kurd dev ji ziman û çanda xwe berdin, dê ji mafên xwe yên bingehîn jî dûr bikevin. Dixwazin netewa Kurd ji holê rabikin. Lewra jî polîtîqayên bişaftinê didin meşandin û bi vî awayî dixwazin kurdan tune bikin. Li hemberî vê nêzîkatiyê em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Zimanê Kurdî ji bo ku bibe zimanê fermî û perwerdehiyê çi ji destên me bê em ê bikin. Divê kurd li her qadên jiyanê bi zimanê kurdî biaxivIN, binivîsîn, bixwînin û bijîn. Ji bo ku em bersivek mezin bidin divê em bi zimanê xwe biaxivin. Em daxwaza xwe ya ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî  û perwerdehiyê mezin bikin. Daxwaza me ya herî bingehîn ew e ku gelê me di axaftina zimanê xwe de bi israr be.”