NÇM: Nikarin dengê me qut bikin

  • 16:30 17 Kanûn 2022
  • Çand û Huner
STENBOL - Polîsên ku êrişî endamên NÇM’ê yên bertek nîşanî qedexekirina konsera “Em ê bêjin” dan kirin, herî kêm 25 kes binçav kirin. NÇM’a bertek nîşanî binçavkirinan da, ragihand ku tevî hemû zextan wê konsera xwe li avahiya HDP’a Bagcilarê li dar bixin. NÇM'ê got wê dengê wan nikaribe bê qutkirin. 
 
Konsera ku Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) plan dikir bi dirûşma “Em ê bêjin” li Navenda Pêşanî ya Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê bike, ji aliyê Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê ve bi hinceta “Wê bibe sedema pergala cemaweriyê xera bike” hate qedexekirin. Ji bilî hunermendên NÇM’ê yên bertek nîşanî biryarê dan, parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û gelek welatî xwestin li ber deriyê Navenda Pêşanî ya Yahya Kemal Beyatli daxuyaniyê bidin. 
 
Lê polîsan êrişî girseya ku xwest daxuyaniyê bide kir. Girseyê li ber xwe da û polîsan girse dorpêç kir. Girseyê bertek nîşanî dorpêçê da û bi dirûşmeya “Zext nikarin me bitepisînin” bertek nîşanî astengkirinê da. Polîs ji girseyê gelek kes binçavkirin. 
 
‘Nikarin gerandina govendan bisekinînin’
 
Parlamenterê HDP’ê Mûsa bertek nîşanî binçavkirin û mudaxileya polîsan da û wiha got: “Dijminatiya desthilatê ya li dijî çandê, li dijî kurd û çanda kurd berdewam dike.” Mûsa bang li desthilatê û polîsan kir û wiha got: “Bi qedexeyan nikarin dengê me qut bikin, nikarin gerandina govendan bisekinînin.”
 
Hate hînbûn ku 25 kes hatine binçavkirin û kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Vatanê ya li Fatîhê. 
 
Banga ji bo konserê
 
NÇM’ê diyar kir ku bi biryar in konsera xwe li dar bixin û li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyaniyek parve kir. NÇM’ê ragihand ku wê konsera xwe saet di 19.00’an de li avahiya Rêxistina HDP’a Bagcilarê li dar bixin.