Têkoşîna du jinan a ji bo edaletê bu belgefîlm

  • 16:58 11 Adar 2022
  • Çand û Huner
 
AMED - Produksiyona Morî, têkoşîna edaletê ya Bedriye Doku û Emîne Şenyaşar kir beşgefîlm û weşand.
 
Produksiyona Morî, belgefîlmekî ku Rezan Bayram çêkir weşand. Di belgefîlm de têkoşîna Bedirye Doku ya ku keça wê Gulîstan Doku di 5'ê Çileya 2020'î de li Dêrsimê hat windakirin û ya Emîne Şenyaşar a ku ji ber 3 ferdên malbata wê hatin qetilkirin û ji 9'ê Adara 2021'ê de li Ber Edliyeya Rihayê "Nobeda Edaletê" digire tê nîşandan. Di belgefîlm de Bedriye çîroka xwe û Emîne jî ya xwe vedibêje.
 
Ji ser vê lînkê hûn dikarin xwe bigihînin begefîlma hatiye amadekirin.