Ma Muzîk 5'emîn salvegera xwe bi coş pîroz kir

  • 21:43 2 Adar 2022
  • Çand û Huner
AMED - Endamên Ma Muzîk bi wesîleya 5'emîn salvegera komeleyê şahiyek li dar xist.
 
Endamên MA muzîk bi wesîleys 5'emîn salvegera avabûna komeleyê li avahiya Şanoya Bajarê Amedê  şahiya muzîk, stran û dengbêjiya li darxistin. Li gel endamên MA muzîkê  gelek welatî ji beşdarî pîrozbahiyê bûn.
 
'Em li dijî êrîşan bi vîn mezin dibin'
 
Di destpêka şahiyê de mamosteyê Ma Muzîkê Ferhat Ertaş  têkildarî pêvajoya avakirine de axivî û wiha got: " Piştî OHAL'ê qayum avêtin li ser vîna gel û hemu şaredariyan desteserkirin. Bi wê re qayûm avêtin ser komeleyên ku xizmetê ji çand û zimanê kurdî re dikin. Komeleya me ya ku bi kurdî hunera xwe dikir ji hate girtin. Lewra wan komeleyekê me girt me 4 şax komeleyên xwe vekir. Em bûn bî hezaran û me xwe gihan hundirê hemu malan de. Wan ziman qedexekir, me bi înad bi zimanê xwe strand. Wan xwest şanda me biçûk bixin me dewlemendiya çanda xwe bi dengbêjiya strand. Em niha her ku diçe mezintir dibin. Bi vîn li dijî bişaftin û êrîşan em li virin û distirin."
 
Piştî axaftinê jî bi klamen dengbêjî û stranan şahî bi dawî bû.