Hêvî Buldan: Bi hunera xwe em rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin

  • 09:06 28 Sibat 2022
  • Çand û Huner
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê 14'emîn mîhrîcana çand û werzişî ya ku bi salane bi minasebeta pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji aliyê saziya perwerdeyê ve tê lidarxistin bi coş û kelecaneke mezin dest pê kir. Têkildarî mîhrîcanê hevberdevka atolyeyê ya Ş.Delîla Hêvî Buldan wiha got:"Bi hunera xwe em rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin"
 
14'emîn mîhrîcana çand û werzişî ya ku bi salane bi minasebeta pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev çardeh sal in ji aliyê Saziya Perwerdeyê ya Wargeha Berxwedanê ya Ş. Rustem Cûdî ve tê lidarxistin bi tevlîbûna xwendekarên wargehê re di 21'ê mehê de dest pê kiribû. Ji bo mîhrîcana 4'ê Nîsanê xwendekarên atolyeya Ş. Delîla jî ev meheke amadekariyên xwe dikin. Di derbarê amadekariyên atolyeya Ş.Delîla de hevberdevka atolyeyê Hêvî Buldan wiha got: "Em bi hunera  xwe dixwazin bibin layiqê Rêberê xwe."
 
'Em ji bo rojên taybet tabloyan çêdikin'
 
Hêvî Buldan di serî de rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û derbarê amadekariyên mîhrîcana 4'ê Nîsanê de ev agahî bi me re parve kir: "Di serî de ez rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Rêber Apo, gerîlayên serê çiyan, girtiyên di zindanê de û li gelê kurd pîroz dikim. Me jî wekî atolyeya Ş. Delîla heta niha pîrozbahiyên wek rojbûna Rêbertî û mîhrîcana Ş. Bêrîtan ava kiriye. Wek atolyeyê nêzî 30 endamên me ji bo mîhrîcanê tabloyan çêdikin. Her wiha xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî jî bi makêt û wêneyên xwe jî tevlî mîhrîcanê dibin. Ev makêt û wêneyên xwendekaran ji aliyê komîteyek ji mamosteyên atolyeyê û dibistanan pêk tên, tên kontrolkirin û yên serketî pîle digirin. Wekî din wêne û makên xwendekaran bi tabloyên me amade kirine di pêşengehê de tên nîşandan."
 
'Em dixwazin bibin layiqê Rêberê xwe'
 
Hêvî di derbarê pêşengahê de wiha got: "Ez ji 2012'an beşdarî nava xebatên pêşangehê dibim lê endamên me yên ji min kevintir jî hene. Em wekî endamên atolyeyê beş bi beş dixebitin. Beşek ji me bi pênûsa reş, beşek bi firçeyê beşek jî bi projeyên cuda hunera xwe pêşkêş dike. Em bi wêneyên Rêbertî, wêneyên şehîdan û yên ciwanan beşdarî pêşengehê dibin. Beriya du sê heyvan em amadekariyên çêkirina wêneyan dikin, em di piraniya berhemên xwe de giraniyê didin ser bûyerên civakî, êşên gelê kurd. Bi qasî ku ji destên me tê em hewl didin xweş çêbikin. Armanca me ya sereke ew e ku em berhemên xwe pêşkêşî gelê xwe bikin ku nêrîn û rexneyên wan di derbarê xebatên xwe de bigirin. Em dixwazin bi xebatên xwe yên werzişê û hunerî de bibin layiqê gotîna Rêbertî ya ku 'xwendekarên Mexmûrê zarokên min e'. Bi vê mîhrîcanê em dixwazin bibin layiqê Rêberê xwe."
 
'Hunera min piranî li ser jinê ye'
 
Hêvî hest û armanca di tabloyên xwe de aniye ziman wiha bi lêv kir: "Ez ê îsal bi du berheman tevlî pêşengehê bibim. Yek jî ev meheke li ser dixebitim yek jî ez ê nû dest pê bikim. Di tabloyek min de ger ji dûr ve bê temaşekin wekî lawirekê tê ditîn lê min xwest xemgîniya civakê di rûyê hespekê de bînim ziman. Di tabloya min a din de jî min giranî daye ser jin û xwezayê, jin û lawiran ku min xwest ez têkiliya di navbera jin, xweza û lawiran de bi tabloya xwe bînim ziman."
 
Hêvî Buldan di dawiyê de ev gotin anî ziman:"Hunera min piranî li ser jinê ye. Ez dixwazim bi hunera xwe bibim zimanekî ku bikaribe êşa jin û civak dijî. Di vê derbarê de tabloyên xwe çêdikim."