Dê Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan li Qamişloyê bê lidarxistin

  • 11:40 25 Sibat 2022
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 7'emîn tên kirin. Bi hevkariya jinan dê mîhrîcan di 1-2'yê Adarê de bê lidarixistin.
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê mîhrîcaneke taybet a destkarî û berhemên şêwekariyê yên jinan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dixe.
 
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan cara ewil sala 2016'an li Qamişloyê li dar ketibû. Desteya Çand û Hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi dirûşma "Jin kulîlka bihara çandê ye" di 1-2'yê Adarê cara 7’emîn dê mîhrîcanê li Navenda Mihemed Şêxo li dar bixe.
 
Şertên tevlîbûnê
 
Li gorî komîteyê şertên tevlêbûnê wiha ne:
 
* Divê temenê beşdaran ne kêmî 18 saliyê be.
 
*Divê berhem bi zimanê kurdî, erebî û suryanî bin.
 
*Beşên pêşbirkê çîrok, helbest û gotarên wêjeyî ne.
 
*Beşdar dikarin tenê bi berhemekê beşdar bibin.
 
*Divê berhem li ser wordê werin amadekirin.
 
*Divê berhem li tu deran nehatibin weşandin û li zimanekî din nehatibin wergerandin.
 
*Divê berhemên bi kurdî bi puntoya 12 û yên erebî û suryanî bi puntaya 14 werin amadekirin.
 
*Divê gotar û çîrok di navbera 1500-2000 peyvan de bin.
 
*Divê helbest ji 2 rûpelan ne zêdetir bin.
 
Li gorî komîteya amadekar bernameya mîhrîcanê dê 1'ê Adarê saet 12:00'an li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê dest pê bike.
 
Roja yekemîn ya mîhrîcanê dê govendên pêkhateya Suryan, berhemeke wêjeyî ya bi suryanî, kurteçîrokeke bi kurdî, şanoyeke bi erebî, stranên bi zimanê kurdî û belgefîlmek werin pêşkêşkirin.
 
Di roja duyemîn de, bi zimanê kurdî dê kurteçîrokek werin xwendin, paşê bi zimanê kurdî û erebî berhemên wêjeyî werin pêşkêşkirin, stran, şano bi zimanê kurdî werin pêşkêşkirin û herî dawî jî dê govendên Kurdan werin pêşkêşkirin.