Wê li Êlihê pirtûkên nivîskarên di zindanan de bên îmzekirin

  • 11:38 25 Sibat 2022
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Dê di çarçoveya bernameya nivîskarên di zindan de bi hevkariya PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, ARÎ-DER û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê li Êlihê bernameya îmzekirina berhemên nivîskarên di zindanan de bê lidarxistin. 
 
Dê sibehê saet di navbera 13.00-16.00'an de li Petrol Îş a Êlihê di çarçoveya bernameya nivîskarên di zindan de bi hevkariya PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, ARÎ-DER û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê li Êlihê bernameya îmzekirina berhemên nivîskarên di zindanan de bê lidarxistin. Dê pirtûkên nivîskarên bi navê Laleş Çelîker, Leyla Atabay, Gulazer Akin, Îdrîs Erenç, Cengiz Sinan Çelik, Abdullah Yilmaz, Ahmet Akgun, Resul Baltaci, Erdogan Uçar, Ercan Dogan, Ramazan Çeper, Necmettin Tural, Nesip Tarim di bernameyê de bê îmzekirin.