Hevseroka PENa Kurd ji bo zarokan pirtûkên kurdî şand

  • 10:55 2 Sibat 2022
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka PENa Kurd Eslîxan Yildirim, ji bo zarokên ku wê dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin pirtûkên Kurdî şandin. 
 
Hevseroka PENa Kurd û di heman demê de xwediya Weşanxaneya Azad Eslîxan Yildirim ji bo zarokên ku wê dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin û ji bo mamosteyan pirtûkên bi navê Fêrbûna Kurdî, Herdemciwanê û Hezar û Yek Şev yên bi zimanê Kurdî şandin Amedê, Batmanê û Mêrdînê. Têkilî berdewam in, ji bo mînakgirtinê wê belavkirina van pirtûkan ji bo hin bajarên din jî dom bike. 
 
Fêrbûna Kurdî-Pêngava Yekem ji aliyê nivîskarê 21 pirtûkên hîndekariyê Hesen Huseyin Deniz ve hatiye nivîsandin û amadekirin. Ev kitêb ji bo perwerdeya kesên ku nû dest bi xwendina Kurdî-Kurmancî dikin. Herdu kitêbê din, Herdemciwanê (Eslîxan Yildirim) û Hezar û Yek Şev(Wergera ji Erebî-Menaf Osman) çîrokên gelerî ne, mamoste wek materyalên alîkar dikarin wan bikar bînin. Wê ev pirtûk li hinek sazî û zarokan bên belavkirin. 
 
Ji ber ku têra herkesi kitêb nikare bê şandin, di heman demê de Weşanxaneya Azad di malpera xwe de di gel hin pirtûkên din ev pirtûk jî wek PDF bela kirine (https://wesanxaneyaazad.net/index.php/pirtuken-pdf/ ). Çi kesê bixwaze dikare wan bê heq ji xwe re daxe, ji bo perwerdehiyê sûdê werbigire û xwendina xwe bi pêş bixîne.