Ji bo lîstika kurdî 'Serbaz' eleqeyeke baş hat nîşandan

  • 08:11 2 Sibat 2022
  • Çand û Huner
STENBOL - Şanohezan eleqeyeke baş nîşanî lîstika "Serbaz" a Şanoya Yenîsahne ya Êlihê ya li Modayê hat lîstin, dan. 
 
Lîstika Yenîsahne ya Êlihê ya bi navê "Serbaz" ku wê di çarçoveya bernameya meha Sibatê ya Yenîsahneyê de 2 rojan dewam bike, do li Moda ya Kadikoy a Stenbolê hat lîstin. Lîstika bi kurdî "Serbaz" bi coş û kelecaneke mezin hat temaşekirin. 
 
Lîstika Serbaz 
 
Lîstika "Serbaz" ji aliyê Hristo Boyçev ve hatiye nivîsandin. Yakûp Selîmoglû jî ew wergerandiye kurdî. Di lîstika Serbaz de ku derhênerê wê Yakûp Selîmoglû ye, şanoger Gulîstan Şahîn, Erdal Kaya, Kenan Demîr, Mehmet Sevîlgen, Mennan Oncu, Mûrat Kûrhan, Serdar Zengîn û Yakup Selimoglû dilîzin. 
 
Cihê ku "Serbaz" lê tê teswîrkirin, li qadeke şer e. Ev cih, cihekî ne diyar e; li çiyayên Balkanê, klînîkeke psîkiyatriyê ya wêrankirî ye. Li vî cihî ne derman, ne nivîn, ne çarşef hema bibêje tu tişt tune ye. Ji xeynî vê di Serbaz de, şeş “dîn” û bijîşkekî balkêş heye. Ev kes ji bo ku ji serma neqefilin, ji bêgavî bi hev re di heman odeyê de dimînin.
 
Çîrok bi awayekî ecêb tê vegotin
 
"Serbaz" ku qala "lêgerîna cîhaneke ecêb" dike, ji aliyê Yenisahneyê ve wiha hat pênasekirin: "Li Nîvgirava Balkanê ku warê gel û çandên cuda ye, dîn dikarin bi hev re bijîn. Negihîştin xewnek mezin û paranoyayê. Ev çîroka trajîkomîk a lêgerîna li cîhanek ecêb, bi awayekî ecêb tê vegotin."