Dê lîstika bi kurdî 'Serbaz' li Stenbolê bê lîstin

  • 14:07 31 Çile 2022
  • Çand û Huner
 
STENBOL - Dê lîstika bi kurdî 'Serbaz' li Stenbolê bê lîstin.
 
Şanoya Yenisahne ya Êlihê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kir. Dê ev kom di çarçoveya bernameya xwe de di rojên ewil ên meha sibatê de li ser Dika Modayê ya Kadikoyê lîstika bi kurdî ya bi navê Serbaz bilîze. Dê turneya ku li Stenbolê dest pê bike li Wanê bi dawî bibe. 
 
Bernameya du rojî ya Serbaz a li Stenbolê wiha ye:
 
*Di yekê sibatê de Sahneya Moda Yenisahne/ Turneya Stenbolê - 20.30
 
*Di duyê sibatê de  Sahneya Moda Yenisahne/ Turneya Stenbolê - 20.30