Ji Komeleya Wêjekarên Kurd bernameya Hevpeyvîn û Roja Îmzeyê

  • 12:12 31 Çile 2022
  • Çand û Huner
AMED - Bi beşdariya sê jinên nivîskar û helbestkar dê ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd ve bernameya Hevpeyvîn û Roja Îmzeyê li semta Ofîsê ya Yenişehirê bê lidarxistin. 
 
Di 5'ê Sibatê de dê ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd ve bernameya Hevpeyvîn û Roja Îmzeyê li Payiz Pirtûkê ya semta Ofîsê ya Yenişehira Amedê bê lidarxistin. Di bernameyê de dê Nivîskar Xecê Şen û Helbestkar Leyla Saraç pirtûkên xwe îmze bikin. Her wiha dê Xecê Şen li ser mijara Felsefeya Mêhrî-Mîtra û di Wêjeya Kurdî de Zayenda Civakî, Leyla Saraç jî dê li ser mijara Jin û Ziman biaxivin. Moderatortiya bernameyê jî dê Helbestkar Zozan Gulan bike. Bernameya ku dê li Payiz Pirtûkê bê lidarxistin wê saet ji 15:00'an dest pê bike û heta 18.00'an dewam bike.