Pirtûkên nivîskarên di zindanan de hatin îmzekirin

  • 19:18 16 Çile 2022
  • Çand û Huner
 
MÊRDÎN - PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê bi beşdariya gelek kesî ji bo nivîskarên di zindanan de roja îmzeyê li dar xistin.
 
PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê bi beşdariya gelek kesî ji bo nivîskarên di zindanan de roja îmzeyê li dar xistin. Di bernameya îmzekirinê de pirtûkên Fecrîye Benek, Delîl Payiz, Rojbîn Perîşan, Evdê Cano, Nezîr Çakan, Yaşar Aslan, Mem Farqînî, Mahîr Bagok, Cengiz Eker û İlhan Dayan hatin îmzekirin. 
 
Gelek nivîskar û Helbestkar her wiha Parlamentera HDP'ê Pero Dundar û Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu beşdarî çalakiya li Şaxa KESK'ê ya Mêrdînê hat lidarxistin bûn. Di roja îmzeyê ya bi eleqeyek baş hat pêşwazîkirin de pirtûkên nivîskaran ji aliyê pênc nivîskarên kurd ve hatin îmzekirin. Piştre ji bo nivîskarên pirtûk îmze kirin û nivîskarên ji bo lidarxistana bernameyê ked dan plaket hat dayin. Nivîskarên beşdarî bernameyê bûn banga piştevaniya xwedîderketina berhemên nivîskarên di zindanan de kirin. 
 
Ew ê bernameyeke din a roja îmzeyê ya nivîskarên di zindanan de li Êlihê bê lidarxistin.