Dê li Amedê filîmên jinên derhêner bên pêşkêşkirin

  • 10:43 15 Çile 2022
  • Çand û Huner
Şirin Çinar
 
AMED - Komeleya Jinê ya Rosayê ji bo filîmên jinên derhêner bêtir bên dîtin di çarçoveya projeya "Merîdyenên Xemrî" de wê li Amedê filîman pêşkêş bike. Dê pêşkêşkirina filîman du rojî dewam bike û mijarên filîman bêtir li ser jinan e. Her wiha tevî hunerê dê jin balê bikşînin ser tundiya li ser jinê. 
 
Komeleya Jinê ya Rosayê dê bi çarçoveya projeya "Merîdyenên Xemrî" ya bi hevkariya şîrketên Ovni Barselona û Îtalya Streemthings hatiye amadekirin û Eurimages jî piştgiriyê didê li Amedê filîmên derhênerên jin pêşkêş bike. Dê xebatên panelê û komxebatê jî di vê çarçoveyê de bên kirin. Di projeya ku bi beşdariya jinên ji Îspanya, Îtalya û Tirkiyeyê hatiye amadekirin de armanc ew e ku filîmên jinên derhêner bêtir bên dîtin û çîrokên jinan di nava hunerê de bên nîşandan. 
 
Wê filîm îro û sibehê bi hevkariya Navenda Çandê ya Mordemê bên pêşkêşkirin. Dê di çarçoveya çalakiyê de bi tevahî 16 filîmên mijarên wan li ser jinê bên pêşkêşkirin. 
 
'Ji bo keda jinê bê dîtin me serî li projeyê da'
 
Ji Rêveberiya Komeleya Jinê ya Rosayê parêzer Elif Tirenç Îpek Ulaş, da zanîn ji roja komele hatiye avakirin heta niha tevî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ya di rêziknameya wan de cih digire ji bo jiyana jinê li her derê bê dîtin ew serlêdana ji bo projeyan didomînin û wiha got:"Ji ber rewşa pandemiyê em wekî jin zêde nikaribûn werin gel hevdu. Ji bo em jin bên gel hevdu û ji bo keda jinên derhêner bên dîtin me serî li projeyê da."
 
'Em jî tevlî komxebatê bûn'
 
Elifê da zanîn ku wan 6 meh berê serî li projeyê dane û wiha pê de çû:"Piştî serlêdana me hat erêkirin me dest bi xebatan kir. Bi vê çarçoveyê me bi onlineyê civîn li dar xist. Bi vê çarçoveyê filîmên jinên derhêner ên Îtalya û Îspanyayê hatin pêşkêşkirin. Dê wekî beşa din a bernameya projeyê jî li Tirkiyeyê pêk bê. Em jî beşdarî vê projeyê bûn û me biryar da em li Amedê vêya organîze bikin."
 
'Em li hêvî ne ku jin piştigiriyê bidin vê projeyê'
 
Elifê da zanîn ku ji 6 filîmên dê werin pêşkêşkirin ên jinên derhêner ên kurd û tirk in û wiha lê zêde kir:"Dê 16 filimên mijarên wan li ser jinê ne werin pêşkeşkirin. Ji bo filîmên dê di 15 û 16'ê Çileyê de werin pêşkêşkirin em li hêvî ne ku jin hemû piştigiriyê bidin."