Lîstîka kirmançkî ‘Halê Ma’ li benda şanohezan e

  • 09:10 14 Çile 2022
  • Çand û Huner
 
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Lîstîka bi navê "Halê Ma" ya bi kirmançkî dê li Îzmîrê derkeve pêşberî şanohezan. 
 
'Gimgim Tiyatro Zonema' a di bin banê Komeleya Varto ya Îzmîrê de ye bi lîstîka "Halê Ma" a bi kirmançkî dê roja şemiyê li Salona Bayburt Fakir a Şaredariya Çigliyê derkeve pêşberî şanohezan. Lîstîka ku ji hêla Kadim Tan ve hatî nivîsandin ji hêla lîstîvanên amator ve tê lîstîn. Lîstîk behsa jiyana şêniyên ku ji gundê Gimgima Mûşê berê xwe dane metrepolên Tirkiyeyê dike. Her wiha bi lîstîkê tê armanc kirin ku zaravaya kirmançkî zindî bimîne. 
 
Rêvebera Komeleya Varto ya Îzmîrê Dunya Şahîn Şanikan ji ajansa me re behsa lîstîkê kir. 
 
'Lîstîkvan amator in'
 
Dunya, destnîşan kir ku li dijî windabûna zimanê dayikê pêşengiyê lîstikên bi vî rengî dikin û got: "Komeleya me di sala 1999'an de li Îzmîrê hat avakirin û nêzî 7 sal in jî xebatên şanoyê dide meşandin. Di nav 7 salan de heta niha bi 7 lîstîkan derketine pêşberî gel. Di sala 1966'an de li Gimgimê erdhejek pêkhatibû me cara ewil erdhej kir mijara şanoyê. Kadim Tan hem derhênerî û hem jî senaristê lîstîka 'Halê Ma' kir. Hemû lîstîkvanên me bi eslê xwe xelkê Gimgimê ne. Her wiha di nav lîstîkvanan de tenê Zeynep Çetînkaya û Kadim Tan di mijara şanoyê de bi tecrûbe ne." 
 
'Ji bo lîstîkê dik nayê dayîn'
 
Dunya, da zanîn ku 4 û 5 meh in prova tê kirin û wiha bi lêv kir. "Me ji xwe re dikek nedît. Herî dawiyê li Şaredariya Çigli ya Îzmîrê me dikek dît. Ji ber ku bi zimanê dayikê derketina li ser dikê zehmet e. Em 4 û 5 meh in provayan dikin û lê me nekarî em li ser dikekî provayê bikin. Ji bo tevlîbûnê jî em mal bi mal geriyan û me bangewaziya tevlîbûnê kir. Li ser medyaya dijîtal me bangewazî kir. Em li bendê ne ku dê piştevaniyeke mezin derkeve holê. Her wiha em bi hêvîne ku welatî dê xwedî li zimanê dayikê derkevin." 
 
'Zimanê hinê zarokên xwe nakin'
 
Dunya di axaftina xwe de bal kişand ser zimanê dayikê û got: "Gelek welatî tişta hesan tercih dikin û naxwazin bi zimanê xwe ya dayikê biaxifin. Mînak du zarokên min hene û hevjînê min pir baş kirmançkî diaxife lê li malê zarok kirmanckî nizanin. Ji bo me hînkirin zehmet bû û me jî tişta hêsan tercîh kir. Malbat bi taybetî zaroka li dibistanê zehmetiyê nekişinin nîşanî zarokên xwe nadin. Her wiha Elewî baweriya xwe jî nîşanî zarokên xwe nedan."
 
'Xwedî li zimanê xwe derkevin'
 
Dunya, bal kişand ser xebatên çand û hunerê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armanca komeleyê xebatên çand û hunerê ye. Ziman jî yek jî wan e. Li metrepolan mirovên me ji hevdû dûr ketin. Guh nadin hevdû. Em bang li her kesî dikin bila bên lîstîka me 'Halê Ma' temaşe bikin. Lîstîka me li ser jiyana gund e û di nav de çîrokên rast ên jiyanê hene. Li vir em behsa cirantî û hevaltiyê dikin. Her wiha divê herkes xwedî li zimanê xwe derkeve. Bi taybetî jî em bang li welatiyên ku kirmançkî dizanin dikin û bila bên lîstîka me temaşe bikin."