Li Silopiyê lîstoka ‘Werne Ziman’ hat nîşandan

  • 08:26 11 Çile 2022
  • Çand û Huner
 
ŞIRNEX - Li Silopiyê, bi tevlîbûna Şanoya Bajêr a Êlihê ve lîstoka “Werne Ziman” hat lîstin û rastî eleqeyek mezin hat.
 
Bi pêşengiya Şaredariya Silopiyê, bi tevlîbûna Şanoya Bajêr a Êlihê ve li eywana konferansê ya Şaredariya Silopiyê lîstoka “Werne Ziman” hat pêşkeşkirin. Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek welatî tevlî şanoyê bû.
 
Girse eleqeyek mezin nîşanê lîstokê da û demên xweş hatin jiyîn. Her wiha di lîstoka "Werne Ziman" de peyamên di derbarê qeyrana aborî, pirsgirêka jin û civakê hat dayîn. Şano bi lîstikvanên ku stranan gotin û girseyê govend ve berdewam kir. Piştre Hevşaredar Adalet Fîdan, axivî û anî ziman ku di sala 2016’an de piştî ku qeyûm tayînê şaredariyê hatiye kirin hemû qadên çandê hatiye girtin û got ku li dijî vê yekê li her derê xebatên xwe yên çandê bimeşînin.
 
 Şano, bi çepikan bi dawî bû.