Li Qoserê şahiya dengbêjan

  • 19:55 18 Kanûn 2021
  • Çand û Huner
 
MÊRDÎN - Şevbihêrka dengbêjan a ji aliyê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ve li Qoserê hat lidarxistin rastî elqeyek mezin a nîştecihên qezê hat. 
 
Ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (NÇM) ve li navçeya Qosera Mêrdînê şevbihêrka dengbêjan hate organîzekirin. Dengbêj Mihemed Zîreg, Xalîde û Omer Semîn li ser dikê cih girtin. Di şevbihêrkê de rêxistina HDP'ê ya navçe û bajêr di nav de gelek welatî beşdar bûn. 
 
Şahî li gel kilam û çepikên temaşevanan  bi dawî bu.