Li Qoserê şahiya dengbêjan 2021-12-18 19:55:26     MÊRDÎN - Şevbihêrka dengbêjan a ji aliyê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ve li Qoserê hat lidarxistin rastî elqeyek mezin a nîştecihên qezê hat.    Ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (NÇM) ve li navçeya Qosera Mêrdînê şevbihêrka dengbêjan hate organîzekirin. Dengbêj Mihemed Zîreg, Xalîde û Omer Semîn li ser dikê cih girtin. Di şevbihêrkê de rêxistina HDP'ê ya navçe û bajêr di nav de gelek welatî beşdar bûn.    Şahî li gel kilam û çepikên temaşevanan  bi dawî bu.