Mihrîcana Zarok û Şanoyê bi kargeha zarokan berdewam kir

  • 16:57 2 Mijdar 2021
  • Çand û Huner
ŞIRNEX - Li Silopiyê di çarçoveya "Mihrîcana Zarok û Şanoyê" de bi tevlîbûna Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcleyê ve kargeha zarokan hat lidarxistin. 
 
Ji aliyê Şaredariya Silopiyê ve di çarçoveya Mihrîcana Zarok û Şanoyê de bi tevlîbûna Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcleyê ve li Parka Bersîsê ya ku li taxa Şehîd Harûnê kargeha zarokan hat lidarxistin. Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Silopiyê û gelek zarok tevlî kargehê bûn. 
 
Zarokan ku eleqeyek mezin nîşanî kargehê dan, bernameyên wek ritîm, stran û boyax hatin lidarxistin.  
 
Kargeh, bi konser û gerandina govendê bi dawî bû.