Mihrîcana Zarok û Şanoyê bi kargeha zarokan berdewam kir 2021-11-02 16:57:26   ŞIRNEX - Li Silopiyê di çarçoveya "Mihrîcana Zarok û Şanoyê" de bi tevlîbûna Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcleyê ve kargeha zarokan hat lidarxistin.    Ji aliyê Şaredariya Silopiyê ve di çarçoveya Mihrîcana Zarok û Şanoyê de bi tevlîbûna Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcleyê ve li Parka Bersîsê ya ku li taxa Şehîd Harûnê kargeha zarokan hat lidarxistin. Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Silopiyê û gelek zarok tevlî kargehê bûn.    Zarokan ku eleqeyek mezin nîşanî kargehê dan, bernameyên wek ritîm, stran û boyax hatin lidarxistin.     Kargeh, bi konser û gerandina govendê bi dawî bû.