15'mîn mîhrîcana navneteweyî ya şanoya kolanî ya Merîwanê dest pê dike

  • 10:45 27 Cotmeh 2021
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -15'mîn mîhrîcana navneteweyî ya şanoya kolanî ya Merîwanê dest pê dike.
 
Li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê ku bi şanoya xwe ya kolanî tê nasîn, 15'mîn mîhrîcana navneteweyî ya şanoya kolanî ya Merîwanê dest pê dike.
 
15'mîn mîhrîcana navneteweyî ya şanoya kolanî ya Merîwanê ku her sal li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê tê lidarxistin, îsal jî wê di navbera 23 û 28'ê Cotmehê de bihatiba lidarxistin, lê ji ber şewba koronayê taloq bû. Komîteya amadekar a festîvalê bi daxuyaniyekê ragihand ku mîhrîcan wê îro saet di 17:00'an de li Parka Şanoyê ya bajarê Merîwanê dest pê bike. Ji gelek deverên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û welatên din wê hunermend bi berhemên xwe tevlî mîhrîcanê bibin.
 
Mîhrîcan ji 6 beşan pêk tê ku bi vî rengî nin: Serbest, Ayînî, Cûreyên din ên Pêşkêşkirinê, Zarok û ciwan, Taybet, Bijartiya Navenda Mîhrîcanê. Îsal beşa pêşbirka şanoyê jî li 6 beşên din ên mîhrîcanê hat zêdekirin.
 
Bi giştî 31 berhem ji bo mîhrîcanê hatine pejirandin ku wê di mîhrîcanê de werin pêşkêşkirin.
 
Mîhrîcan wê heta 1'ê Mijdarê bidome û di dawiyê de wê serkeftiyên her beşek ji mîhrîcanê werin xelatkirin.