Ji bo hevpariya çandê klîba 'Awazên jibîrkirî'

  • 10:13 27 Cotmeh 2021
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi 6 komên hunerî ve amadekariyên derxistina klîbekî tê kirin. Klîba ku çanda pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide bi navê "Awazên jibîrkirî" dê derkeve. 
 
6 komên hunerî yên ku 125 kesên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên bi çavdêriya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên derxistina klîbekê dikin. Klîb bi navê "Awazên jibîrkirî" ye, tê de çanda tevahî pêkhateyên herêmê nîşan dide.
 
Mijdara par hunermend Delîl Mîrsaz û Bêkes Darî fikireya klîbê pêşniyar kir û bi hemû pêkhate û tevgerên çand û hunerê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re peywendî danîn. Gulana îsal jî komên muzîkê li Hunergeha Şehîd Welat a bajarê Qamişlo stran tomar kirin.
 
Bi vê xebatê tê armanckirin ku zindîkirina çand û reseniya vî gelê kevnar e, her wiha peyameke aştî û hezkirinê ji tevahî sûriyan re bê ragihandin. Di  22'yê Cotmehê de bi komên hunerî ji bajarê Tebqayê dest bi kişandina klîbê hat kirin. Dîmenên destpêkê li ser dikeya şanoya wêrankirî ya Navenda Çand û Hunerê hatin kişandin.
 
Klîb dê li tevahiya bajar û herêmên ku çanda hemû pêkhateyan lê diyar e mîna Tebqa, Reqa, Minbic, Heleb, Dêrik û Rimêlan were kişandin.
 
Klîba "Awazên jibîrkirî" ji 7 stranên folklorî yê pêkhateyên kurd, suryan, ermen, ereb, tirkmen û çerkes pêk tê, her wiha dê di nav de jî govendên folklorî werin pêşkêşkirin.
 
Stran dê li ser medyaya dîjîtal were weşandin, hemwextî vê yekê jî komên beşdar dê li ser dikeya şanoyê ya wêrankirî ya li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê pêşkêş bikin. (ANHA)