Mîhrîcana 'Azadî ji zarokatiyê dest pê dike' bi dawî bû

  • 10:33 26 Cotmeh 2021
  • Çand û Huner
MEXMÛR - Li Mexmûrê 3’yemîn Mîhrîcana Zarokan a bi dirûşma "Azadî ji zarokatiyê dest pê dike" hat lidarxistin bi dawî bû.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclisa Zarokan, Kevana Zêrîn û Weqfa Jinê de 3’yemîn Mîhrîcana Zarokan a bi dirûşma "Azadî ji zarokatiyê dest pê dike" li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê do dest pê kiribû. Zarokan bi cil û bergên kurdewarî qada mîhrîcanê xemilandin. Bi qedandina dersê zarokên Mexmûrê li qadekê kom bûn û ber bi qada mîhrîcanê ve meşiyan. Bi axaftina li qadê hat kirin mîhrîcan li zarokan hat pîrozkirin. Piştre Kevana Zêrîn û koma folklorê derket ser dikê. Piştre koma şanoyê cihê xwe girt. 
 
Piştî şanoyê mîhrîcan bi dawî bû.