Li Mexmûrê 3’yemîn Mîhrîcana Zarokan hat lidarxistin

  • 16:40 25 Cotmeh 2021
  • Çand û Huner
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê 3’yemîn Mîhrîcana Zarokan bi dirûşma "Azadî ji zarokatiyê dest pê dike" pêk hat. Zarokan bi cil û bergên xwe yên kurdewarî qada mîhrîcanê xemilandin. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclisa Zarokan, Kevan Zêrîn û Wexfa Jinê de 3’yemîn Mîhrîcana Zarokan a bi dirûşma "Azadî ji zarokatiyê dest pê dike" li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê dest pê kir. Zarok bi cil û bergên kurdewarî qada mîhrîcanê xemilandin. Mîhrîcan bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina vekirinê jî ji hêla endama Kordînasyona Meclisa Îştar Mamoste Bêrîvan Kaya ve hat kirin. 
 
Bêrîvan wiha bal kişand ser mîhrîcana zarokan: "Em vê mîhrîcanê li tevahî zarokên Kurdistanê û zarokên ku niha li beramberî hemû êrişên hovane li ber xwe didin pîroz dikin. Em vê mîhrîcanê bi taybet di kesayeta fermandara mezin şehîd Bêrîtan li tevahiya têkoşerên azadiyê û li Rêber Apo pîroz dikîn. Di pêvajoyek wisa de lidarxistina mîhrîcana zarokan ji bo me keyîfxweşî û serkeftinekî mezin e. Her wiha zarokên ku niha li wargehê di nava şert û mercên giran de tên perwerde kirin, keda ku mamoste li ber van zarokan de didin serkeftin û şanaziyek mezin e.
 
Zarokên kurd yên ku niha dibin bişaftin û qirkirina Dewleta Tirk de perwerde dibînin mixabin ne xwedî şansekî weke ya zarokên Mexmûrê ne, ji ber ku zarokên Mexmûrê bi ziman û çanda xwe tên perwerdekirin. Di rojek wisa watedare ku jina kurd di şexsê Şehîd Bêrîtan de teslîmiyet qebûl nekirî û canê xwe ji bo pêşeroja zarokan feda kirî de, lidarxistina vê mihrîcanê wateyekî xwe ya girîng heye. Lewma niha jî li ser şopa Şehîd Bêrîtan bi hezaran jin rabûne û bi ruhê fedayî li ber xwe didin. Bi vê wesîleyê em vê mîhrîcanê li mîmarê azadiyê ku dibêje zarokên Mexmûrê zarokên min e, li hemû zarokên cîhanê û hemû şervanên azadiyê ku niha di çeperan de li ber xwe didin pîroz dikin."
 
Mîhrîcan bi coşek mezin berdewam dike...