Pirtûkên nivîskarên di girtîgehê hate îmzekirin

  • 15:17 24 Cotmeh 2021
  • Çand û Huner
 
AMED - PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo nivîskarên di girtîgehê de, bernameya îmzekirinê li dar xistin. Di bernameyê de pirtûkên Medya Yaklav, Mizgîn Ronak, Osman Menaf, Ehmedê Bilokî û Ahmed Huseynî hatin îmzekirin. 
 
PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo nivîskarên di girtîgehê de li Pirtûkxaneya Payîzê (Lîlav) ya li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê, bernameya îmzekirina pirtûkan li dar xistin. Di bernameyê de pirtûkên Medya Yaklav, Mizgîn Ronak, Osman Menaf, Ehmedê Bilokî û Ahmed Huseynî hatin îmzekirin. 
 
Gelek nivîskar, rewşenbîr, malbatên kesên di girtîgehan de û pirtûkhez beşdarî bernameyê bûn. Pirtûkên nivîskarên girtî jî hêla nivîskar Dîlan Aydin, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizirî, Endamê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Ferate Dengîzî û nivîskar Îbrahîm Xelîl Taş ve hatin îmze kirin. Ji bo bernameyê eleqeyeke mezin hat nîşandan.