Mihrîcana Zarokan li Silopiyê bi şanoyê dest pê kir

  • 08:48 21 Cotmeh 2021
  • Çand û Huner
 
ŞIRNEX - Di pêşengiya Şaredariya Silopiyê de, Mihrîcana Şano û Zarokan bi lîstoka Don Kîxot ve hat nîşandan ve starta xwe da. Bi sedan zarok û welatiyên ku tevlî bernameyê bûn, eleqeyek mezin nîşan dan.
 
Şaredariya Silopiyê ya Şirnexê, Mihrîcana Şano û Zarokan bi lîstoka Don Kîxot  ku ji aliyê lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê ve tê lîstin ve starta xwe da. Şanoya ku li Parka Ahmet Kaya hat nîşandan, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersîm Dag, parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên navend û navçeyan û bi sedan zarok û welatî tevlî bernameyê bûn.
 
Di serî de Lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê lîstoka xwe ya Don Kîxot lîstin. Di dema temaşekirina lîstokê de girse eleqeyek mezin nîşandan.
 
Piştî dawîbûna lîstokê Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan axivî û got ku ji bo zarokan di navbera 20’ê Cotmeh û 17’ê Mijdarê de Mihrîcana Zarokan li dar xistine û bal kişand ser saziyên çandê ku ji aliyê qeyûmê ve hatin girtin û wiha got: “Ji bo me tu avahî ne pêwîste. Ji ber ku em li her derê û li her kolanê xebatên xwe yên çandê dimeşînin. Em ê tim bi gelê xwe re bin.”
 
Bername, bi çepikan bi dawî bû.
 
Mihrîcana Şano û Zarokan dê îro li taxa Ofîs û Dîcleyê, bi kargeha zaroka a Ma Mûzîkê ve berdewam bike.